Elmanya qedexeya PKK'ê ji Enqerê dipirse

Elmanya qedexeya PKK'ê ji Enqerê dipirse

PKK ji sala 1993'an û vir ve li Elmanyayê qedexeye û bi pêvajoya aştî û çareseriyê re ev qedexe jinûve ket rojeva welêt. Kovara nûçeyan FOCUS diyar kir, ku hukûmeta federal dest bi lêkolînkirina qedexeya PKK'ê kiriye û bi vê armancê ekîbek ji Wezareta Karên Hundur û îstîxbaratê, çûye Enqerê.

Di sala 1993'an de, Wezîrê Karên Hundur ê hukûmeta Helmût Kohl Manfred Kanther, bi bulteneke taybet a ji dozgeriya federal, Partiya Karkerên Kurdistan PKK li Elmanya qedexe kir. Navê Kanther piştre di skandala bexişê ya Yekitiya Demokratên Xiristiyan (CDU) de derbas bû. Dadgeha Elmanyayê eşkere kir ku Kanther 20 mîlyon Mark xistiye hesabê xwe yê şexsî. Hukûmeta Kolh ev qedexe dispart hincetên "Pêwendiyên me yên polîtîkaya dervey", "Têkiliyên bi Tirkiyê re û endametiya NATO" yê. 

2 meh berî qedexeyê, di 20'ê Îlona sala 1993'an de Çîller hat Elmanyayê, bi Kohl re li ser konsepteke êrişan a li dijî tevgera Kurd li hev kirin. Qedexeya ku cara yekemîn di sala 1972'an de li hemberî rêxistinên Fîlîstînê hat bikaranîn, vê carê li dijî Kurdan xistin dewrê. Lê ji ber zêdehiya nifûsa Kurdan, qedexeya 26'ê Mijdarê dorfirehtir bû. Heman piştî qedexeyê, bi dehan komele, sazî, weşanxane, buroyên çapemeniyê û komîteyên piştgiriyê hatin girtin. Bi dehan siyasetmedarên Kurd hatin girtin.

Ev biryar li gelemperiya cîhanê yekemcar li dijî tevgera Kurd dihat girtin û vê biryarê bandora xwe li ser "Lîsteya rêxistinên terorîst" a Yekitiya Ewrûpayê kir, ku bi zexta Emerîkayê di 11'ê Îlona sala 2001'ê de ji aliyê Yekitiya Ewrûpayê ve hat amadekirin. Komîsyona Ewrûpayê di 2'ê Gulana sala 2002'an navê PKK'ê li vê lîsteya xwe bicih kir. Û dûre hukûmeta Elmanyayê wê ji bo hemû qedexe û girtinên siyasetmedarên Kurd li welatê xwe, her tim ev lîste ji xwe re weke sedem nîşan da.

BI "PÊVAJOYÊ" RE QEDEXE DÎSA DI ROJEVÊ DE YE

Bi destpêkirina pêvajoya çareseriya demokratîk a li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qedexeya PKK'ê ya li Elmanyayê û lîsteya Yekitiya Ewrûpayê jinûve ketin rojevê. Yek ji kovarên sereke yên  Elmanyayê FOCUS di hejmara xwe ya hefteya daweî de diyar kir ku ekîbek hukûmeta Elmanyayê ji bo rakirina qedexeya PKK'ê dest bi lêkolînan kiriye.

Kovarê ragihand, ku ekîbek bi serokatiya rayedarê payebilind ê Wezareta Karên Hundur a Elmanyayê Hans-Georg Engelke, bi armanca danûstandina li ser qedexeya PKK'ê çûye Enqerê. Kovar nûçeya xwe dispêre çavkaniyên hukûmetê û radigihîne ku di nava vê ekîbê de rayedarên Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn û Daîreya Sûç a Federal jî cih digirin. Hat destnîşan kirin ku berî di qedexeya PKK'ê de guhertinan bike, hukûmetê xwestiye nêrîna Enqerê bigire.

Berdevkê Wezareta Karên Hundur jî ev nûçe derewand û îddîa kir ku ji bo rakirina qedexeya PKK'ê ti karekî wan tineye. Berdevk di heman demê re ragihand ku ew pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê jî ji nêz ve dişopîne.

"ÇI PÊWENDIYA MIJARA EWLEKARIYA NAVXWEYÎ BI ENQERÊ HEYE?"

Gelê Kurd ji bo rakirina qedexeya PKK'ê bi salane kampanyayan dimeşîne û herî dawî di 15'ê Cotmeha sala 2012'an de di çarçoveya kampanya "bila nasnameya Kurd bê naskirin" a li Meclîsa Federal de, ev mijar di rûniştinekê de hatibû rojevê. Lê rayedarê hukûmetê yê beşdarî civînê bûbû diyar kiribû, ku qedexeyê dewam bike. Bi heman rengî Partiya Çepgir der heqê mijarê de pêşniyarpirsek pêşkêşî Meclîsa Federal kiribû û Wezareta Karên Hundur jî di bersiva xwe ya 11'ê Nîsana sala 2013'an a ji bo vê pêşniyarpirsê de diyar kiribû ku qedexe wê dewam bike.

Wezaretê ragihandibû ku hejmara PKK'yiyan ku di sala 1993'an de 6.900 bû di sala 2013'an de bûye 13 hezar û ji bo pirsa Partiya Çep a di got, "Rakirina qedexeya PKK'ê û rakirina mora terorîst a organîzasyonên Kurd, gelo wê piştgiriyê nedin pêvajoya aştiyê?" Wezaretê ev bersiv dabû:

"Hukûmeta Elman di hevdîtinên xwe yên bi hukûmeta Tirk re her tim aniye ziman ku şerê navbera Kurd û Tirkan bi rêyên aştiyane çareser bibe. Lê divê qedexeya PKK'ê ya ji sala 1993'an û vir ve li Elmanyayê heye, divê ji mijara hevdîtinên hukûmeta Tirk bi PKK'ê re dimeşîne, cûda were nirxandin. Qedexeya PKK'ê wê ji bo ewlekariya navxweyî dewam bike."

Balkêşe ku hukûmeta Elman mijareke xwe ya jê re dibêje "ewlekariya navxweyî" bi Enqerê re nîqaş dike. Elmanya ev 20 sal in bi xemsarî nêzî kampanyayê ji bo rakirina vê qedexeyê dibe.