Elmanya li dijî Kurdan bi Tirkiyeyê re ketiye pêşbaziyê

Piştî hevalbendî û bazarên gemarî yên hikûmeta Merkel û rejîma Erdogan lêpirsînên li dijî Kurdan pir zêde bûn. Du mehên pêşî yên sala 2018'an, li 50 Kurdî lêpirsîn hate vekirin.

Vîna siyasî ya Elman rageşî û krîzên bi rejîma Erdogan re ji bîr kir. Polîs û dozgerên Elman kampanyaya pirnisandina Kurdan, ne kêmî dewleta Tirk dike. Li Dozgeriya Federal a bi navenda Karlsrûheyê lêpirsînên têkildarî PKK’ê pir zêde dibin.

Adarê di çapemeniya Elman de derketibû ku 2017’an li ser Kurdan 136 lêpirsînên haziriyê hatibûn vekirin. Heman lêpirsîn 2016’an 37, 2015’an 24, 2013’an 13 bûn û tê meraqkirin bê ka di nav çend saalan de ev lêpirsîn çawa têne vekirin. Bi taybetî jî sala 2017’an ku bi rejîma Erdogan re rageşî pir zêde bûn, lêpirsîna li ser Kurdan 4 caran li yên berê zêde bûye û ev balê dikişine.

Berdevkê Serdozgeriya Federal ku agahî dayî ajansa nûçeyan a Elman DPA’yê got, ji mehên pêşî yên 2018’an ve têkildarî PKK’ê lêpirsînên nû hatine vekirin. Berdevk got ji destpêka Çile û heta dawiya Sibatê ve 50 lêpirsîn hatine vekirin.

Hefteya pêşî ya meha Çile, Wezîrê Karên Derve yê Tirk hatibû Tirkiyeyê û bi hevtayê xwe Sîgmar Gabrîel re rûniştibû û piştî vê sinyal hatibû dayin ku têkiliyên du welatan wê wê biguherin. Hema di pey vê re lêpirsînên li ser Kurdan zêde bûn.

DOZGERÎ HEMÛ ENERJIYA XWE LI DIJÎ KURDAN BI KAR TÎNE!

Di agahiyê berdevk ê Serdozgeriya Federal de agahiyeke din derkete holê. Li gorî vê di sê mehên pêşî de têkildarî ‘terorîzm’ê bi tevahî 400 lêpirsîn hatine kirin û ev hijmar di heman dema sala bihurî ev 1210 bû û ji van 1031 jê bi sernavê ‘terora îslamî’ ye. Lêpirsînên têkildarî PKK’ê jî bi sernavê ‘terorîzm’ê li Elmanya têne dîtin, di gelek qadên dî de lêpirsîn kêm dibin lê yên li ser Kurdan zêde dibin.

29’ê Çile ya 2018’an Wezarata Karê Hundir giştînameyek şandibû ji eyaletan re û xwestibû ku qedexeyea li ser PKK’ê ya ku ji 1993’yan ve sazkar e zêdetir were tundkirin. Her wiha mîna salên 1990’î polîsên Elman jî tundiya xwe ya li ser çalakgerên Kurd zêde kirine.