Elmanya di ewlekariya telefona destan de bi Blackberry re li hev kir
Elmanya di ewlekariya telefona destan de bi Blackberry re li hev kir
Elmanya di ewlekariya telefona destan de bi Blackberry re li hev kir
Li Elmanyayê, ku piştî par derket holê payebilindên dewletê ji aliyê servîsên veşartî yên Amerîkî ve hatine guhdarîkirin krîzeke cidî ya ewlekariyê rû da, hikûmetê ji bo ewlekariya telefonên destan (mobîl) li kargeha Blackberry re li hev kir.
Li gorî nûçeya di televîzyonên NDR Û WDR û rojnameya Suddeutsche Zeitungê de hat weşandin, hikûmeta Elman bi kargeha telefonê Blackberry re peymana antî-espiyonaj mor kir. Di nûçeyê de hat ragihandin ku bi vê peymanê re hikûmeta Elman li ser kargeha Blackberry mafê kontrolê bi dest xistiye.
Blackberry herî dawî diyar kiribû ku ew ê kargeha kodkirina ragihandinê ya Elman Secusmartê bikire. Secusmart kargeha telefonên destan a li dijî guhdarîkirinan ji Hikûmeta Elmanya ya Federal re telefonên taybet çêdikir bû.
Telefonên taybet ên bi navê Serokwezîra Elman Angela Merkel 'Merkel-Phone' bi tenê ji aliyê wezîran û karmendên dewletê yên payebilind ve tê bikaranîn.
Mîna gelek welatên cîhanê, par derketibû holê ku li Elmanyayê jî telefonên Serokwezîr, gelek burokratên payebilind, siyasetmedar û saziyên dewletê, ji aliyê servîsên veşartî yên Amerîkî ve hatin guhdarîkirin. Vê skandala guhdarîkirinê ya ji aliyê xebatkarê berê yê Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Amerîka (NSA) Edwar Snowden ve hat ragihandin, di navbera Elmanya û DYA de bi mehan re li ber nîqaşên îstîxbarat û espiyonaj vekiribû.