Elîaçik: Faşîzma dînî zêde bûye
Nivîskarê Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik diyar kir ku êrîşên li ser îbadetxane, cenaze û goristanan tê wateya zêdebûna faşîzma dînî.
Nivîskarê Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik diyar kir ku êrîşên li ser îbadetxane, cenaze û goristanan tê wateya zêdebûna faşîzma dînî.
Nivîskarê Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik êrîşên li ser cenaze û goristanan ji ANF’ê re nirxand.
Elîaçik diyar kir ku wekî hemû baweriyan di Îslamê de jî hurmeta cenazeyan tê kirin û cihên ku navê Xwedê lê tê gotin, ew der pîroz in û divê werin parastin.
‘FAŞÎZMA DÎNÎ ZÊDE BÛ’
Elîaçik diyar kir ku di demên dawîn de deriyên îbadetxaneyan tê şikandin, bombeyên gazê diavêjin û destûr nayê dayin ku cenaze werin veşartin. Elîaçik bal kişand ser vî tiştî ku gef tê xwarin ku wê cenaze ji goran werin derxistin û şewitandin. Elîaçik got ku “Ev tê wateya zêdebûna faşîzma dînî. Kesên ku van êrîşan dikin hêza xwe ji rêveberên welat digirin. Ji ber ku deng nakin û wan hişyar nakin. Şikandin û rûxandina goristanan, bi wesayîtên zirxî kaşkirina cenazeyan, girtina wêneyê tazî yên cenazeyan di warê mafên mirovan ên gerdûnî de û di dîn de û li gorî qanûnan jî sûc e.”
Elîaçik bal kişand ser vî tiştî ku kesên êrîşan dikin vegeriyane serdema barbariyê û diyar kir ku divê Serokkomar, Wezîrê Karê Navxweyî û ji ber bûyera li Kayseriyê nehiştin cenaze were veşartin divê alimên dînî daxuyaniyan bidin û bibêjin ‘Destê xwe nedin miriyan’. Elîaçik got ku “Ev tiştên tên kirin tu eleqeya wê bi Misilmantî û Îslamê tune. Ev kes nefreta xwe bi rêya dîn dixwazin der bikin. Ez bang li partiya desthilatdar dikim ku bila ji bo destnedana cenaze, cihên îbadetê, goristanan bang bikin.”