Elî Bedirxan: Em Ocalan tavilê azad bikin

Derhêner Elî Bedirxan ku yek ji wan kesan e ku hîmê sînemaya Misrê daniye, destnîşan kir ku ji bilî yekîtiyê rêyeke din li pêşiya Kurdan nîne û got, Rêberê Gelê Kurd Ocalan divê tavilê bê azadkirin.

Derhêner Elî Bedirxan weke yek ji wan mirovan tê naskirin ku hîmên sînemeya Misrê daniye. Elî Bedirxan li ser yekîtiya neteweyî ya Kurdan, pirsgirêkên neteweyî yên Kurdan, sedemên van pirsgirêkan, pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye, axivî.

Elî Bedirxan ku ji malbata Bedirxanî ye, li ser nasnameya xwe, Kurdîtiya xwe agahî da û got, "Navê min Elî Bedirxan e. Bi eslê xwe, Kurdên ji Cizîra Botan im. Kurdistanî me, ji parçeyê Bakurê Kurdistanê me ku li nava sînorên Tirkiyeyê ye." Bedirxan bal kişand ser sedemên pirsgirêka Kurd jî û got, "Kurdan gelekî zilm dîtin. Bêguman gelek sedem hene ku doza Kurd heta niha negihîştiye encamekê. Gelek sedemên vê zilmê dibe ku ji ber zextên ji derve be, lê belê sedema bingehîn ew e ku Kurd, partiyên bi navê Kurdan siyasetê nakin, nebûne yek."

'JI BILÎ YEKÎTIYÊ ÇAREYEKE DIN NÎNE'

Bedirxan destnîşan kir ku armanca Kurdan mafên neteweyî û civakî ne û got, "Armanca me yek e, ew jî mafên Kurdan e, berjewendiyên gelê Kurd e, li ser xaka xwe jiyana bi zimanê xwe, bi çand, kevneşopî û dîroka xwe ye. Ev doza me li me ferz dike ku em bibin yek û em neçar in vê bikin. Ev jî tê wateya yekbûna partî, hêz û parçeyên Kurdistanê. Divê partî, rêxistin û hêzên Kurd bibin yek û mafên Kurdan bi dest bixin û li ser rêya azadiyê bimeşin."

Bedirxan diyar kir ku partî û rêxistinên Kurdistanî hemû divê pirsgirêkên navbera xwe taloq bikin, giraniyê bidin ser pirsgirêka bingehîn yanî pirsgirêka azadiyê. Bedirxan bal kişand ser polîtîkaya "Parçe bike, bi rê ve bibe" ya Îngilizan û got, "Ji bo mirov bi van polîtîkayan nexapin, divê hêzên Kurd yekîtiya neteweyî çêbikin."

'SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ ÇI JI DEST BÊ DIVÊ BIKIN'

Bedirxan bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Tirkiyeyê girtî ye û got, "Birêz Ocalan terorîst nîne, li dijî gelê xwe sûcek nekiriye, yanî sûcdar nîne. Ew ji bo gelê xwe têdikoşe. Ji bo yekîtî û azadiya Kurd û Kurdistanê, divê Ocalan bê azadkirin, ji ber ku ew ji bo gelê Kurd têdikoşe."

Bedirxan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kir û bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Banga me li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî ye. Ji bo Rêbertî tavilê ji aliyê fîzîkî ve azad bibe çi ji destê wan tê divê bikin."