Elewiyên li Fransayê dest bi greva birçîbûnê kirin

Dergahên Elewî yên li Fransayê, ji bo sê rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Dergahên Elewî yên li Fransayê, bi qîrîna dirûşmên "Em ê serî li ber zaliman netewînin", "Bi berxwedanê re em ê bi ser bikevin", "Em ê destûrê nedin tarîtiya AKP'ê" çelenga reş danîn ber Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Parîsê. Elewiya piştre li Dergaya Elewiyan a Pîr Sûltan a Parîsê, ji bo sê rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakgeran gotin, "Di serî de pêşengên baweriya Elewiyan ên li Ewropayê dijîn, em bang li rewşenbîr, jin û ciwanên Elewî, hemû Elewiyên Sersor, raya giştî û rêveberên welatên Yekîtiya Ewropayê ku naxwazin bibînin, bibihîzin û biaxivin dikin, ku bi wijdanî tevbigerin" û ji Elewiyên li Fransayê xwestin ku piştgiriyê bidin çalakiya wan. 

Çalakgeran dan zanîn ku divê Elewî biherikin nava kolanan û destnîşan kirin, ku ji bo pêşî li qirkirina Kurdan a li welatê xwe bigirin, wan dest bi vê çalakiyê kirine.

Saziyên ku beşdarî vê çalakiya bi pêşengiya Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA) bûne, ev in:

Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA)-Fransa
Dergaya Elewiyan a Pîr Sûltan li Parîsê
Komeleya Elewiyan a Demokratîk li Toûloûse
Mala Gel a Pazarcix-Elbîstanê ya li Parîsê
Komeleya Çanda Elewiyan li Varennesê
Komeleya Çanda Sînemîlî li Melûnê
Komeleya Çanda Elewiyan li Vernonê
Navenda Çanda Elewiyan li Dreûxê
Komeleya Mafên Mirovan û Pîr Sûltan li Annecy
Komeleya Karkerên Koçber li Nancy
Komeleya Çandî ya Gelan a Demokratîk li Saînt-Brîeûc