Elewiyan xwestin girtî hemû bên berdan

Rêxistinên Elewiyan diyar kirin, ku ji ber metirsiya vîrûsa koronayê divê girtî hemû bên berdan.

Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê, Federasyona Elewî Bektaşî, Federasyona Komeleyên Elewiyan, Federasyona Weqfên Elewiyan, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, Komeleyên Çanda Elewiyan, Weqfa Çandê ya Haci Bektaş Velî ya Anatoliyê û Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk têkildarî vîrûsa koronayê daxuyaniyeke hevpar dan û bal kişandin ser rewşa li girtîgehan.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ku pêşnûmeya tê amadekirin divê ji bo girtiyan hemûyan derbas bibe û hate gotin, "Ne ya qebûlkirinê ye ku firoşkarên narkotî, tecawizkar û kujerên jinan bên berdan. Li dinyayê şewba vîrûsekê belav dibe û di rewşa heyî de li girtîgehên Tirkiyeyê zêdeyî kapasîteya wan girtî û hikumxwar hene. Lewma girtîgeh ji aliyê tenduristiyê ve devera herî bi pirsgirêk e û rîsk heye ku vîrûs zû lê belav bibe. Her kesên li girtîgehê divê bêyî cihêkarî li wan bê kirin tavilê bên bedan."