Elewiyan li Hambûrgê dest bi greva birçîbûnê kirin
Li dijî mirinên li Kurdistanê, li Navenda Çanda Elewiyan a Hambûrgê greva birçîbûnê hat destpêkirin.
Li dijî mirinên li Kurdistanê, li Navenda Çanda Elewiyan a Hambûrgê greva birçîbûnê hat destpêkirin.
Endamên Navenda Çanda Elewiyan a Hambûrgê ya ser bi Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Elmanyayê (AABF), êvara Duşemê bi girûşma "Aştî hema niha" dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Nûnerê Federasyona Elewiyan ê Herêma Bakur Orhan Cengîz li vir peyivî û diyar kir ku li gorî bîr û baweriya xwe, ji bo nîşan bidin ew li cem mezlûman e wan dest bi greva birçîbûnê kirine. Cengîz destnîşan kir, ku Elewî her tim li cem bindestan e.
Piştî duayên ji aliyê pîr Mûstafa Misir, Tacîm Taştan û Hacî Erdemlî ve hatin xwendin, Serokê Navendê Nûralî Demîr daxuyanî da. Demîr da xuyakirin, ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, ji ber ku AKP bi tena serê xwe nebû desthilatdar û Tayyîp Erdogan ê dîktator nebû serok, bi komkujiya Pirsûsê re pêvajoyeke nû ya awarte û şerê navxweyî rû daye.
Demîr got, "AKP û Tayyîp ê faşîst, ku bi êrîşa giran a li hemberî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê re hemû hevsengiyên beriya hilbijartinê serûbin kir û ji nû ve bû desthilatdar, ji aliyekî ve bi polîtîkayeke şer-tinekirinê ya topyekûn a li hemberî Kurdan re welat veguherand gola xwînê, ji aliyê din ve jî bi girtina rewşenbîr, rojnamevan, xwendekar û akademîsyenan re padîşahiya xwe îlan kir." Demîr da zanîn, ku weke Elewî ew ji siberoja welat û gelan bi fikar in.
Demîr diyar kir, ku ji bo ti kes rastî zilm û komkujiyê neyê ew ê têkoşîna xwe bidomînin û got, "Di vê demê de em ê her carê biqîrîn û nîşan bidin ku em ne bêalî ne, em ê bêdeng nemînin û neyên ser çokan."
Nûralî Demîr anî ziman, ku mirovên dixwazin beşdarî greva birçîbûnê ya dorveger bibin dikarin bên avahiya komeleyê ya li Nobîstorê û navên xwe li lîsteyê bidin nivîsandin.