Elçî: Li Amedê xwepêşendaneke hêzê sudê nade tu aliyan

Elçî: Li Amedê xwepêşendaneke hêzê sudê nade tu aliyan

Li ser serdana serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan a ji bo Amedê û vexwendina serokê herêma federal a başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokê baroya Amedê Tahir Elçi ji bo ANF’ê axivî. Elçi got: “ Eger ev serdana Erdogan û Barzanî ya ji bo Amedê vegera nîşandana hêza xwe ya siyasî wê tu sud li tu aliyan neke. Eger nêzîkatiyek wisan çêbe civaka Kurd qebul nake û wê rê liber nerazîbûnan veke.”

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi da diyar kiri ku, pêvajoya aştiyê li ser pişta kêrê ye, êrîş li ser şoreşa Rojava zêdebûne, paşvekişandina gêrîlayan hate sekinan din û di pakêta demokratîkbûyînê de jî tû hêviyek ya gel nehat bicihkirin. Di demek wisan de hatina Erdogan û  ligel xwe anîna serokê herêma federal a Kurdistanê Mesud Barzanî ne tiştek tesadufiye.

Elçi di berdewama axaftina xwede da got: “ Bê guman hatina Barzani ya Amedê xwediyê giringiyekê ye, lê pêwîste Barzani baş hizirîbe, ka wê ev hatina wî ji bo çi armancê û wê ji bo kijan aliyan xizmet bike. Pêwîste hatina Barzani û Erdogan ya Amedê ne vegere ‘şova xwe pêşendana bi hêz.’  Pêwîste ji bo pêvajoya aştî û çareseriyê ku ji rota ya xwe derketiye, hinek peyamên bisûd û bi bawerî bêne dayîn.”

Elçi bi lêv kir ku, eger Erdogan vê serdana xwe, Barzanî û Şivan Perwer vegerîne şovê wê aliyên siyasî yên Kurd nerazîbûna xwe nîşanî vê helwestê bidin.

PÊWÎSTE DEWLET DEST JI VÊ HELWESTA XWE BERDE

Elçî liser girtinên di rojên dawîde dibin navê operasyonên KCK’ê de têne darxistin, nerazîbûna xwe nîşan da û got: “ Di demek ku pêvajoya aştî û çareserî ketiye dinava metirsiyêde, ev girtina kesên sivîl di bajarande mirovan dixe nava fikar û hizirînê.”

Di dawiyê de jî Elçi da diyar kirin ku ji sala 2009’an ve dibin navê operasyonên KCK’ê de kesên sivîl wekî rojnamevan,siyasetmedar, parêzer û esnaf têne girtin û ev doza wana vegeriyaye pirsgirêkek mezin ya civakî. Herî kêm pêwîst dikir ku dewlet ji ber vê pêvajoya aşitî van kesên sivîl berde, lê li rexmê wê bi heman şêwazî ji nûde dest bi girtina kesên sivîl dike. Ev dihêle ku dinava civakê de bê bawerî li himber dewletê çêbibe. Hêvîdarim dewlet wê dawî li van helwestên xwe bîne û ji bo pêvajoyê hinek gavên berbiçav bi avêje.”