El Nûsra avahiya Mala Gel teqand

El Nûsra avahiya Mala Gel teqand

Çavkaniyên Heremî ji bajarê Girê Spî (Til Ebiyad) ragihandin ku Cephet El Nusra  Mala Gel ya Girê Spî teqandiye û di encama teqînê avahî bi temamî rûxiya ye. Heman çavkanî diyar kirin ku li gundê derdora Girê Spî Yapsê, Qîz Elî, Tilfindir, Gur Hisê şerê dijwar rû didin û ew heremê bi temamî ketiye bin kontrola YPG’ê.  

Li bajarê Girê Spî çavkaniyê heremî ragihandin ku ji sibê ve bi sedan endamê Cephet El- Nusra  bi ser Tirkiyê re derbasî Girê Sipî (Til Ebiyad) bûne û şerê li nava bajêr û derdorî dijwar biye. Tê ragihandin ku Cephet El Nusra  Mala Gel ya Girê Spî teqandiye û di encama teqînê de avahî bi temamî rûxiya ye. Berî şerê komên nêzîkî Nesra xwestibûn Mala Gel bê girtin û avahiyê dorpêç kiri bûn. Heman çavkaniyan diyar kirin ku li gundên dora Girê Spî Yapsê, Qîz Elî, Tilfindir, Gur Hisê şerê dijwar rû didin û wê heremê bi temamî ketiye bin kontrola YPG’ê.

Ji aliyekî din ve tê îdîa kirin ku 6 tankê artêşa Tirk ketiye nava Girê Spî, alîkariya Cephet El Nusra dike. Berî niha jî hatibû ragihandin ku berî sê rojan çar wesayîtên çekê giran barkirî ji deriyê sînor yê Tirkiyê derbasî Girê Spî bûye û gihaştiye destê Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam ku Cephet Nusra jî wek beşê wê ye.

Çavkaniyê El Ekrad  diyar kirin ku wan Emîrê Dewleta Îslam Iraq û Bîladî  Şam Ebû Mûsad serbest berdane û li beramberê wê El Nusa 400 sivîlê dîl  berdaye. Lê çavkaniyê heremî didin diyar kirin hêj di destê Nusra kesên sivîl hene.