El Ekrad: Em dê Emîrê El Nusra berdin
El Ekrad: Em dê Emîrê El Nusra berdin
El Ekrad: Em dê Emîrê El Nusra berdin
Fermandariya Cebhet El- Ekrad diyar li bin êrîşên li Girê Spî ji ber wan qebûl ne kirine bikevin bin banê El-Qaîde pêk hatiye û niha ziviriye şerek li dijî gelê Kurd. Fermandariyê da zanîn ku, ji bo sivîlên di destê El- Qaîde bine berdan ew dê, Emîrê wan yê binavê Ebû Mûsaad berdin.
Fermandariya Cebhet El- Ekrad di malpera xwe ya fermî de diyar kir ku, di şerê şevê din de Emîr Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam dîl girtine û ji bo sivîlên di destê Cebhet El- Nusra ku di nava Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam cih digire bêne berdar, Emîrê El- Qaîde yê binavê Ebû Mûsaab yê Çeçen wê berdin.
Di daxuyaniyê de hete diyar kirin ku, bûyerên li Girê Spî û dorpêçkirina tabûra wan a Şêrgo El-Eyûbî û revandina mirovan li bin êrîşên li Girê Spî ji ber wan qebûl ne kirine bikevin bin banê El-Qaîde pêk hatiye û niha ziviriye şerek li dijî gelê Kurd û metirsiya komkujiyê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku pevçûnên li herêmê dikevin çarçoveya xizmeta rejîmê de û helwesta tabûrên din li kêleka Dewleta Îslamî ya Îraq û Bîlad El-Şam şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku, îradeya gelê Kurd xurte û teslîmkariyê qebûl nakin. “Em bi awayekî eşkere careke din dibêjin Cebhet El- Ekrad nakeve bin banê Dewleta Îslamî ya Îraq û Bîlad El-Şam û nabin beşek ji El- Qaîde. Heta niha revandina bi sedan sivîlan diyar dike ku dixwazin herêmê ber bi nîjatperestiyê bibin û bê cûdahî li dijî hemû Kurdan derkevin.”
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin “Em li bîra wan tabûrên niha li cem El- Qaîde cihê digrin tînin ku em û hemû sivîlên Girê Spî me pêşwaziya wan kir, ji ber ku me şoreş di wan de dît, lê me bawer ne dikir ku em vê zulmê ji wan bibînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin “Em soz didin ku heta dawî îradeya me têk naçe, em dê bi hemû hêza xwe ji bo ku em bimînin xwedî îrdeyeke azad têbikoşin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, niha dê Emîrê El-Qaîda yê Çeçen Ebû Mûsaab beramberî berdana sivîlan bê berdan.