Egîtîm-Sen:Emê bi jin û mêr têkoşîna xwe bidomînin
Egîtîm-Sen:Emê bi jin û mêr têkoşîna xwe bidomînin
Egîtîm-Sen:Emê bi jin û mêr têkoşîna xwe bidomînin
Bertekên li dijî hewldanên Erdogan yên ku xwendekarên keç û kur ji hev vediqetîne didome. Nûnerê Egîtîm-sen a Wanê Muazzez Orhan, da zanîn ku ew dê bi jin û mêr tê bikoşin.
Jinên KESK’ê li parqa Feqiyê Teyran civiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Muazzez Orhan li ser navê girseyê daxuyanî xwend û diyar kir ku hikûmetê hemû qadên jiyanê yên jikirin kiriye amûra siyasetê û got: “Di van çend mehên dawî de gotin û uslubeke sosret yên cinsiyetparêz tên gotin û niha jî dibêje dê keç û kuran ji hev cuda bikin.Ji bo malên xwendekaran bişopînin zemîna rewabûnê ava dikin. Emê li dijî vê zihniyeta serdest ya mêr li hemû kolan, cihên kar têkoşîna xwe bimeşînin.”