Eger YE hêjayî Nobelê ye, Lampedûsyayî jî hêjane
Eger YE hêjayî Nobelê ye, Lampedûsyayî jî hêjane
Eger YE hêjayî Nobelê ye, Lampedûsyayî jî hêjane
Girava Lampedûsa ya Îtalyayê ku her roj rêgeha bi sedan koçberan e û di vê rê de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dane, ji bo bibe namzetê Xelata Aştiyê ya Nobelê kampanya îmzeyan hat destpêkirin. Pêşengê kampanyayê rojnamevanê Îtalî Fabrîzîo Gattî da xuyakirin ku eger Yekitiya Ewropa ya bûye sedema fetisîna bi hezaran koçberan di sala 2012'an de hêjayî xelata Nobelê hatiye dîtin, divê li ser navê mirovên di drama trajîk de jiyana xwe ji dest dane û rizgar bûne, divê xelat ji bajarê Lampedûsa re bê dayîn.
Girava Lampedûsa, ku di navbera parzemîna Efrîka û Îtalyayê de nuqteya derbasbûnê ye, di 3'ê Cotmehê de bi drama penaberan re careke din ketibû rojeva cîhanê. Keştiya bi 500 penabean ku piraniya wan penaberên ji Erîteyî bûn, li nêzî giravê binav bû û ji bûyerê bi tenê 155 kes hatin rizgarkirin. Operasyona derxistina cesedên di keştiya binavbûyî de mane yan jî li ber avê ketine, dewam dike. Ji ber ku kûrbûna cihê keştî binavbûye, noqkar dikarin bi tenê 6-7 deqeyan noqî binê avê bibin û ev yek jî xebata derxistina cesedan dirêj dike.
Heta niha herî kêm 290 cesed hatin derxistin, hin ji cesedan jî bi kîlometreyan dûrî cihê bûyerê hatin dîtin. Hejmara rastî ya penaberên di keştiyê de ji nayê zanîn. Li gorî vegotinên penaberekî Erîtreyî yê ji trafejiyê rizgar bû, di keştiya binavbûyî de 545 kes hebûn û ev yek jî nîşan dide, dibe ku hejmara miriyan bi giştî 390 be.
BI SEDAN PENABER DI KÊLIYA DAWÎ DE JI FETISÎNÊ FILITÎN
Di demeke ku hînê drama li Girava Lampedûsa dewam dike de, drama penaberên ji Efrîka Başûr û Rojhilata Navîn tên jî, naqede. Nêzî 400 penaberên li peravên Sîcîlyayê li ber fetisînê bûn, ji aliyê keştiyên ji Panama û Danîmarkayê ve hatin rizgarkirin. Li gorî vê yekê 263 penaberên ji Sûriye û Fîlîstînê ji aliyê keştiyeke ji Panama ve hatin rizgarkirin. 141 penaberên Sûriyeyî jî ji aliyê xebatkarên keştiya ji Danîmarkayê ve hatin rizgarkirin.
Tê gotin ku penaberên di şeva Duşem bi Sêşemê ve girê dide hatin rizgarkirin, anîn benderên Pozzallo û Canate yên li Sîcîlyayê.
‘BILA MEXDÛRÊN LAMPEDÛSA NAMZETÎ NOBELÊ BÊN NÎŞANDAN’
Ji bo mexdûrên drama Lampedûsa, ku rêwîtiya wan a ber bi hêviyê ve bi êş bi dawî bû, ji Xelata Aştiyê ya Nobelê re namzet bên nîşandan, hewldan hatin destpêkirin. Di kampanya ji aliyê rojnamevanê Îtalî Fabrîzîo Gattî ve hat destpêkirin de tê gotin, li ser navê mirovên di drama penaberiyê de jiyana xwe ji dest dan û bi saxî filitîn, divê bajarê Lampedûsa ji xelata Nobelê re namzet bê nîşandan.
Pêşengê însîyatîfê Fabrîzîo Gattî dibêje, ji ber ku yên jiyana xwe ji dest dane nikarin xelatê werbigirin, divê şêniyên bajêr ên her sal li peravên Lampedûsa gelek penaberan rizgar dikin, hêjayî xelatê werin dîtin. Gattî di nivîsa xwe ya li kovara L'Espresse de bibîr xist ku ew di sala 2005'an de ketiye nava penaberên ji Efrîkayê û li keştiyekê siwar bûye û li nêzî peravên Lampedûsa hindik mabû bifetisiya. Gattî diyar kir ku yê ew rizgar kiriye, ji bo jiyana wî rizgar bike bi saetan li ber xwe daye û ev kes, ne wezîfedarekî peravê bû.
Gattî ragihand ku divê dramên li Derya Spî tên jiyîn baştir ji tevahiya cîhanê re bê nîşandan û destnîşan dike ku ji ber vê yekê divê Lampedûsa ji Xelata Aştiyê ya Nobelê re namzet bê nîşandan.
“EGER YEKITIYA EWROPA HÊJA TÊ DÎTIN, LAMPEDÛSA JÎ HÊJAYÎ XELATÊ YE”
Rojnamevanê Îtalî da xuyakirin ku ji Giravên Kanarya heta peravên Tirkiyê, ji sala 1988'an û vir ve 19 hezar û 142 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji van herî kêm 6 hezar û 800 kes li peravên Îtalyayê jiyana xwe ji dest dane. Gattî diyar kir ku ji Tirkiyê heta Efrîka Bakur bi deh hezaran penaber bi rêya deryayê ji go "pasaporta her du aliyên wê karton e" jiyana xwe dixin xeteriyê û rexne dike ku Yekitiya Ewroğpa ne korîdoreke însanî ya derbasbûnê ye.
Fabrîzîo Gattî di nivîsa xwe de wiha got, "Di tevahiya van salan de Yekitiya Ewropa ji bo sînorên xwe biparêze, bi rêya Frontex bi sed milyonan Euro xerc kir. Di vê mijarê de welatên endam bi lez û bez li hev kirin. Lê belê gava bicihanîna konvansiyonên der barê penaberan de dibe mijara gotinê, hingî hemû normên der barê koçberan û alîkariya ji bo qeçaxên li deryayê, ji nedîtî ve tên. Ji bo vê mesref nehat kirin û her dewlet bi tena serê xwe hat hiştin.
Wekî din, ji bo bi deh hezaran penaberên ji Sûriye, Erître, Somalî û welatên din ên li kampên ji Tirkiye heta Lîbyayê dimînin bi ewle derbas bibin, korîdoreke însanî nehatiye çêkirin. Ev yek jî dibe sedem ku mafya û şebekên navneteweyî kar bikin."
Fabrîzîo Gattî destnîşan kir ku tevî van nêzîkatiyên Yekitiya Ewropayê (YE) ku dramên mirovahiyê ji nedîtî ve tê û gelek caran rê li ber van draman vedike, nayê qebûlkirin ku par hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hatiye. Gattî di nivîsa xwe de got, "Dema min li wêneyên li ser avê dinêrî, gihaştim wê baweriyê ku bêdengiya xwe bi dawî bikim û ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2014'an ji mirovên li Lampedûsa jiyana xwe ji dest dan û bi saxî filitîn bê dayîn, li kovera L'Espresso dest bi kampanyayê kir."