Efeturk: Ji ber tecrîdê Tirkiye ketiye nav krîzê
Hevseroka Bajarê Edeneyê ya DBP’ê Şukran Efeturk got, “Daxwaza Leyla Guven daxwaza hemû gelên me ne. Tirkiye îro di warê polîtîk û ekonomîk de di nav krîzekê de ye û sedema vê krîzê tecrîd e.”
Hevseroka Bajarê Edeneyê ya DBP’ê Şukran Efeturk got, “Daxwaza Leyla Guven daxwaza hemû gelên me ne. Tirkiye îro di warê polîtîk û ekonomîk de di nav krîzekê de ye û sedema vê krîzê tecrîd e.”
Hevseroka Bajarê Edeneyê ya DBP’ê Şukran Efeturk bal kişand ser greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê Leyla Guven. Efeturk got ku, “Li tu dera cîhanê û dîroka wê de polîtîkayeke wisa giran nehatiye dîtin. Rejîma li Îmraliyê rejîmeke taybet e. Ev tecrîd ne bi tenê li ser Rêzdar Ocalan, li ser hemû civakê tê kirin.”
‘DAXWAZA ME HEMÛYAN E’
Efeturk got ku “Daxwaza Leyla Guven, daxwazên me hemûyan e” û axaftina xwe wisa domand, “Berxwedana hevalên me didome. Lê pêdiviyên wan ên wekî şekir, xwêy û lîmonê tê astengkirin. Daxwaza Leyla Guven, daxwaza me hemûyan e. Daxwaza me jinan e. Daxwaza partiya me ye. Divê tecrîd were rakirin.”
‘BILA LI DÎROKA TÊKOŞÎNÊ YA JINAN BINIHÊRIN’
Hevseroka Bajêr a Edeneyê ya DBP’ê Şukran Efeturk got ku, “Tirkiye îro di warê polîtîk û ekonomîk de, di nav krîzekê de ye û sedema vê krîzê jî tecrîd e. Leyla Guven jî bi greva birçîbûnê xwest vê tecrîdê bîne bîra cîhanê. Em ê daxwazên Leyla Guven li her derê bibêjin. Yên ku dibêjin qey em ê têkoşîna jinan têk bibin bila li dîroka têkoşînê ya jinan binihêrin.”