Edîtorên Med Nûçe: Em ê serî netewînin
Edîtorên Med Nûçe, li dijî biryara girtina televîzyona wan gotin, ew ê xwedî li kevneşopiya çapemeniya azad derkevin. Edîtoran bang li gel kirin, ku li dijî êrîşên AKP'ê hîn bêhtir piştgiriya hev bike.
Edîtorên Med Nûçe, li dijî biryara girtina televîzyona wan gotin, ew ê xwedî li kevneşopiya çapemeniya azad derkevin. Edîtoran bang li gel kirin, ku li dijî êrîşên AKP'ê hîn bêhtir piştgiriya hev bike.
Edîtorên televîzyona Med Nûçe, biryara Eutelsatê ya sekinandina weşana televîzyona wan, ji ANF'ê re nirxandin.
GUL: EM VÊ ZÎHNIYETA BERJEWENDÎPARÊZ NAS DIKIN
Ji Edîtorên Med Nûçe Bakî Gul da xuyakirin, şîrketa Eutelsatê ti hincet nîşan nedaye û yekser ji wan re ragihandiye ku biryara girtina weşanê daye. Gul got, "Wê di demeke kurt de sedemê ji me re ragihînin. Beriya niha heman tişt hatibû serê Roj û Nûçe TV. Beriya biryara girtinê, li ser naveroka weşanê ti hişyarî nehatibû kirin." Gul diyar kir, ew vê zîhniyeta berjewendîparêz di dema girtina Med, Medya, ROJ TV û Ozgur Polîtîkayê de baş dinasin û destnîşan kir, ku mînaka dawî ya vê zîhniyetê jî biryara li dijî televîzyona wan e.
'EM RASTIYAN EŞKERE DIKIN, LEWMA ACIZ IN'
Gul anî ziman, li Tirkiyeyê medya mûxalîf tê bêdengkirin û got, "Li Tirkiyeyê zêdeyî 400 qenalên televîzyonê û bi dehan rojnameyên qala hikûmetê dikin hene. Hemû jî Erdogan dikin manşet, axaftinên wî didin. Ev biryar, agahiya li ser pêleke nû ya êrîşan e. Ji ber ku Med Nûçe ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê bi giranî weşanê dike. Me rastiyên li Tirkiyeyê bi rengekî eşkere radigihînin, lewma dixwazin Med Nûçe bigirin."
Bakî Gul got, "Li Tirkiyeyê medyayeke cuda nîne. Ji bilî çend saziyên medya yên bandora xwe kêm in. Mînak; leşker dimirin, çalakiyên sabotajê tên kirin, lê vê vedişêrin. Dîmenên van tên. Ji aliyê nûçegihaniyê ve tiştekî hêja ye. Dema ev dîmen tên weşandin, hingî polîtîkayên hikûmetê jî pûç dibin. Cenazeyên leşkerê xwe jî nadin. Dema em diweşînin, hingî aciz dibin. Nerazîbûna xizmên leşkeran hene. Herî dawî malbatên leşkerên dîl hatine girtin, serî li hikûmetê nadin. Yekser li me digerin û hewl didin rewşê hîn bibin. Ji vê jî aciz in."
'WÊ NIKARIBIN BI SER BIKEVIN'
Rojnamevan Bakî Gul bal kişand ser kevneşopiya çapemeniya Kurd û got, "Em ê weşana xwe ya li ser rastiyan bidomînin. Ew çiqasî hewl bidin bêdeng bikin jî wê nikaribin bi ser bikevin." Gul bibîr xist, ku ew li ser bingeha kevneşopiya Med, Medya û ROJ TV weşanê dikin û got, "Civakên Kurd û Tirk wê bê televîzyon nemînin."
KATÛRMAN: EWROPA HIQÛQA XWE BINPÊ DIKE
Ji edîtorên Med Nûçe Pinar Katûrman jî da xuyakirin, ku dema wan nûçe li ser girtina televîzyonên mûxalîf ên li Tirkiyeyê amade dikir, agahiya girtina televîzyona wan gihîştiye ber destê wan û got, "Ev demeke dirêj e em êrîşên faşîzan ên AKP û Qesrê yên li dijî gelê Kurd û dostên wan dixin rojevê. Em bi berpirsyariya xwe radibin. Em ê vê yekê bêrawestan bidomînin."
Katûrman da zanîn, Ewropa hiqûqa xwe binpê dike, li dijî gelê xwe sûc dike û wiha dewam kir: "Li gorî qanûnên wan, eger di weşana me de pirsgirêkek hebe divê ji me re ragihînin û hişyariyan bide. Lê belê bêyî ragihandin û hişyarkirinê, yekser biryareke bi vî rengî dan. Ev yek biryareke siyasî û hevparebûna faşîzan e. Çapemeniya azad bêdeng nabe, nikare bê bêdengkirin." Katûrman destnîşan kir, ku weke Med Nûçe ew ê kevneşopiya çapemeniya azad bidomînin."
ER: PARÇEYEK JI PLANA TÊKBIRINÊ YE
Yek ji edîtorên Med Nûçe Erdal Er jî işaret bi 'Plana Têkbirinê' ya ku hikûmeta AKP'ê di sala 2014'an de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd xist rojeva xwe û got, "Di nava vê planê de gelek sernav hebûn. Yek ji van sernavan jî medya bû. Navên televîzyon û rojnameyan hatibûn destnîşankirin. Di nav de televîzyonên weke Med Nûçe û ÎMC jî hebûn. Rojnameya Ozgur Gundemê jî hebû. Dema mirov ji vî alî ve jî dinirxînin, dibînin ku 'Plana Têkbirinê' bi cih tê anîn. Li Kurdistanê wê bajar bihatina xerakirin. 7 hezar heta 15 hezar mirov bihatina qetilkirin. 300 heta 500 hezar mirov bihatina koçberkirin. Bi hovîtiyê re hewl dan vê yekê bikin. Ev yek plana têkbirina vîna Kurdan bû. Dema ev kirin jî diviyabû cîhan vê nebîne û nebihîze. Lewma êrîşî medyayê kirin."
Er da zanîn, ya ku divê bê lêpirsîn, rola welatên Ewropayê ye û got, "Zêdeyî sed sal in meseleya Kured kirine qurbanê têkiliyên xwe yên berjewendiyan. Eger meseleya Kurd hatibe vê nuqteyê, di vir de berprisyariya welatên Ewropayê û cîhanê gelekî zêde ye. Mixabin hê jî vê rola xwe ya ne bi xêr, didomînin."
BANGA XWEDÎDERKETINÊ LI TEMAŞEKERAN HAT KIRIN
Er bibîr xist, ku dema Cizîr hat şewitandin, dengê Mehmet Tûnç li ekranên Med Nûçe, ANF, Stêrk TV, Ronahî TV, Newroz TV'yê hat bihîstin û got, "Ji vê aciz bûn. Dema cih û warên pîroz ên Kurdan, şehîdgeh hatin bombekirin, Med Nûçe ev ji cîhanê re ragihand. Ji vê aciz bûn. Di heman demê de êrîş li saziyên çapemeniyê yên Elewiyan û çep-sosyalîstan hatin kirin. Ev rewşeke rasthatî nîne. Divê temaşeker bi ti awayî vê qebûl nekin. Ev yek nîşaneya êrîşên nû ye. Di dema pêş de dibe ku parlamenteran, hevserokan jî bigirin."
ASLAN: EM Ê DEŞÎFREKIRINA SÛCÊN AKP’Ê BIDOMÎNIN
Edîtora Med Nûçeyê Heval Nesrîn Aslan jî got, "Çapemeniya azad nikare werê bêdengkirin. Em ê li pey heqîqetê meşa xwe bidomînin û nûçeyên rast ragihîhin.’’ Aslan diyar kir ji berk u ew komkujiyên AKP’ê yên ku li Kurdistanê pêk tîne nîşanî dinyayê didin AKP ji televizyona wan aciz e. Aslan bi bîr xist li Tirkiye û Kurdistanê ev bi salan e şerekî giran heye û wiha dom kir: ‘’AKP li Tirkiyê çapemenî bêdeng kir. Niha ti saziyeke çapemeniyê ya muxalîf nemaye. Çend rojname hene ew jî di bin zext û zordariyê de ne. Yên rajêrî AKP’ê ne. Çapemeniya azad ji wan saziyên li pêş e ku komkujiyên AKP’ê yên li Kurdistanê deşîfre dike, ji bo vê sedemê jî desthilatdarî aciz e. Me dizanîbû ku zextek li ser televizyona me heye. Bi ya me biryara ku Eutelsatê standiye encama van zext û zordariyan e."