Ebrû Gunay: Xemsariya AKP'ê wê rê li ber felaketê veke

Berdevka Partiyê ya HDP'ê Ebrû Gunay got, "Bêtevdîrî û xemsariya AKP'ê wê rê li ber felaketê veke." Gunay bal kişand ser metirsiya li girtîgehan û got, "Guhertina qanûnî ya înfaza ceza divê ji bo her kesî be."

Berdevka Partiyê ya HDP'ê Ebrû Gunay li ser hesabên medya civakî yên partiya xwe daxuyanî da û rojev nirxand.

'AKP WÊ RÊ LI BER FELAKETÊ VEKE'

Gunay bal kişand ser şewba vîrûsa koronayê ya li Tirkiye û cîhanê û got, "Eger tevdîr neyê girtin wê felaketên bînin serê mirovahiyê. Baş e desthilatdariya AKP'ê çi dike? Bi biryardarî tevdîrên pêwîst nagire. Di vê demê de mayina mirovan a li malê rêbaza herî xurt a parastina mirovan e. Hikumet ji bo pêkanîna vê israr nake û şert û mercên vê yekê jî neafirîne. Fona kedkariyê ya ku bi xwêdana eniya kedkaran hatiye komkirin, nayê bîra wan ku bidin kedkaran. Eger ev fon wê niha neyê bikaranîn, hingî kengî wê bê bikaranîn? Bacên ku bi salan e ji gel tê komkirin wê ji bo gel neyê bikaranîn hingî ji bo kê wê bê bikaranîn? Eger derê wan gel bûya wê ji bo Kanal Îstanbûlê li hev kom nebûna."

Gunay bal kişand ser rewşa metirsîdar a li girtîgehan û diyar kir ku divê girtî hemû, bi taybetî yên extiyar û nexweş tavilê bên berdan.

Ebrû Gunay got, "Neteweyên Yekbûyî bangeke vekirî kir, ji bo girtîgeh bên valakirin. Her wiha di metnên helwesta pîvanî ya CPT de jî heman pêşniyar hene. Em hemû zanin ku rewşa girtîgehan çi ye. Dema ku li rewşa wan a paqijiyê û tenduristiyê bifikirin hingî fêhm dikin ku felaketeke mezin li ber derî ye. Dewlet ji ewlekariya jiyana her kesên li girtîgehan berpirsyar e. Divê tavilê tevdîran werbigire.

Guhertina qanûnî ya li ser bicihanîna ceza jî divê ji bo her kesî derbas bibe û nabe ku girtiyên siyasî li derve bên hiştin. Em ê ji bo vê yekê têbikoşin. Pêşnûmeya herî kêm e û newekhev e. Bifikirin, girtiyekî bi nexweşiya giran ê 84 salî, 3 meh temenê xwe heye lê wê li girtîgehê bimîne. Ev nefreteke çawaye? Rojnamevan, siyasetmedar, nivîskarên li girtîgehan wê neyên berdan, lê belê mafya, bazirganên mirovan, sûcdarên tecawizê wê bên berdan. Kes bi vî rengî qanûna înfazê qebul nake, em ê jî qebûl nekin."