Ebola her belav dibe

Ebola her belav dibe

Vîrûsa Ebola ya li Rojavayê Afrîkayê derket holê, êdî li herêmên din ên cîhanê jî rê li ber metirsiyê vekir. Vîrûsa ku heta niha rê li ber mirina 3 hezar 500 kesî vekiriye, li welatên rojava, bi zêdeyî 10 kesan ket.

Vîrûsa Ebola ya ji Adarê û vir ve bi lez belav dibe, li Lîberya, Gîne û Sîerra Leone rê li ber mirina 3 hezar 500 kesî vekir. Hejmara mirovên ji ber vîrûsa vîrûsa Ebola ku di sala 1976'an de derket holê û di demên cuda de bi dehan caran li welatên Afrîkayê xist mirin, îsal yekemcar ewqasî zêde bû.

Gelek xebatkarên tenduristiyê yên di têkoşîna li dijî vê vîrûsa dermanekî wê heta niha nîne, jiyana xwe ji dest dan. Li Rojavayê Afrîkayê, ji ber kêmasiyên teknîkî pêşî li mirinan nehatiye girtin. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji bo vîrûs bi temamî ji holê bê rakirin pêwîstî bi 6 heta 9 mehan heye û eger tedbîrên têrker neyên girtin, heta Mijdarê dibe ku 7 hezar kesên din bi vîrûsê bikevin, jiyaan zêdeyî 20 hezar kesî jî bikeve min xeteriyê.

Li Lîberyayê ku vîrûsê herî zêde li vir da, ji 3 hezar 834 nexweşên hatin tespîtkirin 2 hezar 69 kes mirin. Li Gîneyê ji hezar 199 nexweşên vîrûsê 739 kesan jiyana xwe ji dest dan, Li Sîerra Leone ji 2 hezar 437 nexweşan 632 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Nîjeryayê ji 20 nexweşan 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, li Ûgandayê kesekî jiyana xwe ji dest da. Li Senegalê nexweşekê vîrûsê, vîrûs têk biriye.

Şewba ji ber vîrûsa ebola piştî Rojavayê Afrîkayê, li herêmên din ên cîhanê jî belav bûye. Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di rojên derbasbûyî de, piştî ku kesekî ji Lîberyayê jiyana xwe ji dest da, hat ragihandin ku 5 kes bi vîrûsê ketine.

Tê zanîn ku li Elmanyayê kesek bi vîrûsê ketiye, li Spanyayê ji 5 kesên bi vîrûsê ketin 2 jê jiyana xwe ji dest dan. Li Fransa û Norwêcê jî kesek bi vîrûsê ketine.