Ebadî ji biryara rêveberiya Hewlêrê kêfxweş e!
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî go, ew biryara hikumeta herêmî ya Başûrê Kurdistanê ku redkirina referandûmê qebûl dike, bi 'kêfxweşî' pêşwazî dike.
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî go, ew biryara hikumeta herêmî ya Başûrê Kurdistanê ku redkirina referandûmê qebûl dike, bi 'kêfxweşî' pêşwazî dike.
Hikumeta herêmî ya Başûrê Kurdistanê duh daxuyaniyeke nivîskî weşandibû û eşkere kiribû ku ew biryara Dadgeha Federal a Iraqê ku referandûma 25'ê Îlonê red dike, qebûl dikin.
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî li paytext Bexdayê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku ew vegera ji biryara xwe ya rêveberiya Hewlêrê 'bi kêfxweşî' pêşwazî dikin.
Ebadî got, "Ji Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê dixwazim ku ji bo bicihanîna destûra bingehîn û rêvebirina deriyên sînor alîkariyê bide me. Daxuyaniya Hikumeta Herêmî ya Kudistanê erênî dibînim."
Ebadî diyar kir ku hikumeta Bexdayê wê mûçeyên karmendên li Herêma Kurdistanê bide.
Serokwezîrê Hikumeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî dabû xuyakirin ku eger mûçeyên karmendan bê dayin wê gelek tiştan teslîm bikin.