Ebadî: Bila rêveberiya Kurd 'herêmên cihê nîqaşê ne' radest bike

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî bang li rêveberiya Başûr kir û xwest, 'herêmên cihê nîqaşê ne' ji nû ve radestî hêzên federal ên Iraqê bike û pêşmerge jî bi Hêzên Çekdar ên Iraqê re hevkariyê bike.

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî û Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron îro li paytexta Parîsê li hev rûniştin. Piştî vê hevdîtinê, Ebadî û Macron derketin pêşberî çapemeniyê.

BANGA LI RÊVEBERÎ Û PÊŞMERGEYAN

Ebadî diyar kir, ku ew naxwazin bi herêma Kurdistanê re bikevin nava şerekî çekdarî û bang kir, ku pêşmerge li 'herêmên cihê nîqaşê ne' bi hêzên ewlekariyê yên Iraqê re bixebitin.

Ebadî ji rêveberiya Başûr xwest, ku hêzên pêşmerge 'herêmên cihê nîqaşê ne' yên ji DAIŞ'ê hatin rizgarkirin ji nû ve radestî hêzên federal ên Iraqê bikin. Ebadî got, "Ez bang li pêşmergeyan dikim, ku ji bo misogerkirina ewlekariya welatiyan û ji nû ve avakirina van herêman, di bin otorîteya rayedarên federal de weke parçeyekî jê veneqate yê hêzên Iraqê bimînin."

Ebadî anî ziman, ku ew bi rêzdarî nêzî daxwazên welatiyên Kurd dibin û got, "Divê em bi hev re bixebitin û otorîteya hikumeta federal ber bi hemû herêman ve bê berfirehkirin. Ez ji pêşmergeyan dixwazim ku bi Hêzê Çekdar ên Iraqê re hevkariyê bikin. Mîna li Mûsilê."

MACRON: EM DIKARIN BIBIN NAVBEYNKAR

Macron jî diyar kir, ku Fransa û welatên din, piştî referandûma serxwebûnê li ser rewşa Kurdan ketine nava fikaran.

Macron da zanîn, ku Fransa alîgirê aramî û yekparebûna axa Iraqê ye û destnîşan kir, ku lihevkirina neteweyî û rêveberiyeke tevgir, girîng e.

Macron got, diyalog yekane rê ye û Fransa amade ye bi rengekî çalak navbeynkariyê bike.