Nivîskar Mehmet Serhat Polatsoy hat girtin

Nivîskar Mehmet Serhat Polatsoy ji ber cezayê 7 sal û 6 meh ji hêla Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, hat girtin.

MEHMET SERHAT POLATSOY

Nivîskar û rojnamevan Mehmet Serhat Polatsoy bi hinceta ”endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh cezayê hepsê lê hatibû birîn û cezayê wî ji hêla Dadgeha Bilind ve hat erêkirin. Polatsoy li navçeya Karakopru ya Rihayê li cihê kar hat binçavkirin. Piştî ku li Edliyeya Rihayê biryar hat xwendin Polatsoy hat girtin û şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Rihayê.

Nivîskar û rojnamevan Mehmet Serhat Polatsoy di 30’ê Nîsana 2013’an de li ser rêya taxa Şevran a navçeya Pirsûs a Rihayê bi hinceta “torbeya bombeyan” hat girtin û 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.