DYE: Hatineya petrolê wê di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de bê bikaranîn

DYE'yê ku biryar wergirt beşek ji leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle, ragihand ku wan çavkaniyên petrolê yên li Sûriyeyê bi kar neanîne.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji ber ku leşkerên xwe ji sînorê Bakurê Kurdistanê vekişand û rê da dagirkeriya Tirk, li dinyayê bû sedema rexneyên giran. Piştî vê biryarê hate ragihandin ku beşek ji leşkerên Emerîkî wê li Hesekê û Dêra Zorê bimînin.

Wezareta Parastinê ya DYE'yê Pentagonê ragihand ku îdîayên dibêjin, 'leşkerên Emerîkî yên li herêmê ji bo petrolê ne' nerast in. Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman der barê mijarê axivî û got, "DYE ji vê deverê (ji petrolê) tiştekî bi dest naxe."

Hoffman diyar kir, armanca wan ew e ku çavkaniyên petrolê yên li herêmê mîna beriya niha nekeve destê çeteyên mîna DAÎŞ'ê û destnîşan kir ku hatineya petrolê diçe ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re. Hoffman ragihand, ev hatine wê di têkoşîna dijî çeteyên DAÎŞ'ê de bê bikaranîn ku çeteyên DAÎŞ'ê bi êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê re ji nû ve cesaret wergirtine.

Ji Serokatiya Fermandariya Giştî ya Emerîkayê alîkarê Amîral Wîllîam Byrne jî destnîşan kir ku wê nehêlin çete careke din bi saya petrolê bibe xwedî hêz.

Heta ku ji aliyê QSD'ê ve hatin rizgarkirin, tê zanîn ku çeteyên DAÎŞ'ê ji çavkaniyên petrolê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatineyeke mezin werdigirt. Li gorî texmînan çeteyan di sala 2015'an de rojane ji 45 hezar warîl petrolê 1.5 milyon dolar hatine bi dest dixistin.