DYA: Yên 'alîkarî' ji Tirkiyeyê birin Sûriyeyê karên ne li rê kirin
Ajansa Pêşvebirinê ya Navneteweyî ya DYA da xuyakirin, ku pereyê ji bo birina 'alîkariyê' ji Tirkiyeyê ber bi Sûriyeyê ve tên bikaranîn, hatiye rawestadin.
Ajansa Pêşvebirinê ya Navneteweyî ya DYA da xuyakirin, ku pereyê ji bo birina 'alîkariyê' ji Tirkiyeyê ber bi Sûriyeyê ve tên bikaranîn, hatiye rawestadin.
Ajansa Pêşvebirinê ya Navneteweyî ya DYA da xuyakirin, ku pereyê ji bo birina 'alîkariyê' ji Tirkiyeyê ber bi Sûriyeyê ve tên bikaranîn, hatiye rawestadin. Ji bo sedema vê biryarê jî işaret bi 'karên ne li rê' hat kirin.
Ajansa Pêşvebirinê ya Navneteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (USAID), lêpirsîna xwe ya li ser nelirêtiyê berfireh dike.
Di daxuyaniya USAID de hat gotin, "Ajansa Pêşvebirinê ya Navneteweyî, di çarçoveya agahiyên Ofîsa Sermufetîşiyê têkildarî alîkariyên ji bo Sûriyeyiyan bi dest xistî de, hin aktîvîteyên xwe yên alîkariyê yên li Tirkiyeyê sekinandiye."
Piştî ku derket holê hin saziyên civakî yên sivîl ên îdîa dikin ji Tirkiyeyê 'alîkariyê' dibin Sûriyeyê tevlî karên nelirê û bertîlê bûne, ev biryar hat stendin.
Tevî ku di daxuyaniya USAID de nav nayê eşkere kirin jî, serkêşê van saziyên 'alîkariyê' Weqfa Alîkariya Însanî ya Maf û Azadiya Mirovan (IHH) ye.