DYA û tecrîd hate protestokirin

Li Marsîlyayê tecrîda li ser Ocalan û biryara DYA’yê ya li dijî rêveberên PKK’ê hate protestokirin.

Li bajarê Marsîlyayê ya Fransayê biryara DYA’yê ya ku dixwaze rêveberên PKK’ê were girtin û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de posterên rêveberên PKK û KCK’ê Mûrat Karayilan, Dûran Kalkan û Cemîl Bayik û pankartên ‘Em biryara DYE nas nakin’ û ‘PKK gel e, gel li vir e’ hatin vekirin.

Li ser navê Navenda Civakî ya Demokratîk siyasetmedar Azad Şirnex axivî. Şirnex got ku, “PKK tevgera mirovayetiyê ye. Yên ku ev biryar dane, bila li rabirdûya me ya 40 salan binihêrin. Wekî ku Mazlûm Dogan gotiye, me berxwedan hilbijartiye.”

Çalakî bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî PKK bi dawî bû.