DYA: Me li baregeheke DAIŞ a li nêzî Bexda da
DYA: Me li baregeheke DAIŞ a li nêzî Bexda da
DYA: Me li baregeheke DAIŞ a li nêzî Bexda da
Artêşa DYA, diyar kir ku li başûrêrojavayê Bexda û Şengalê li dijî baregehên DAIŞ êrîşên hewayî pêk anîne.
Artêşa DYA, di çarçoveya stratejiya nû ya têkoşîna li hember DAIŞ de ku hefteya buhrî Serokê DYA aşkera kiribû gava yekemîn a di asta êrîşa berfireh de avêt û ragihandin ku li başûrêrojhilatê Bexda êrîş pêk aniye.
Di daxuyaniya ji aliyê Fermandariya Hêzên Navend a DYA (CENTCOM) de wiha hat gotin, "Êrîşa hewayî ya li başûrêrojhilatê Bexda pêk hat yekemîn operasyona ku ji parastina welatiyên me wêdetir e.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku baregeheke aîdî DAIŞ ‘hatiye tunekirin’, li gel vê hat diyarkirin ku li nêzî Şengalê karwanekî ji 6 wesayîtan ya DAIŞ ‘hatiye tunekirin’.
Li gor artêşa DYA heta niha li hember DAIŞ 162 êrîşên hewayî pêk hatine. Gelek ji wan êrîşên hewayî bi armanca piştgiriya ji pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê re hatine kirin.