DYA:Me hewcedariya piştgiriya bo PYD’ê ji Tirkiyeyê re vegot
DYA:Me hewcedariya piştgiriya bo PYD’ê ji Tirkiyeyê re vegot
DYA:Me hewcedariya piştgiriya bo PYD’ê ji Tirkiyeyê re vegot
Cigirê berdevkê wezareta karê derve ya DYA’yê Marîe Harf got ew PYD’ê wek rêxistina terorê nabînin. Harf bi lêv kir ku gelek girînge ku piştgiriya bo PYD’ê bê dayîn û got ev nêzîkatiya xwe bi aşkera ji Tirkiyeyê re diyar kirine.
Li Kobanê piştî piştgiriya bo Kurdan ya ji hewayî û bejayî şûnde, di roja duyem de ji DYA’yê daxuyaniya ‘PYD ne terorîste’ hat. Cigirê berdevkê wezareta karê derve yê DYA’yê di brîfîngekê de pirsên rojnamegeran besivand û got: “li gorî qanûNên Amerîkayên PYD ne îlegale lê ji ber têkiliya wê ya bi PKK’ê re rewşê xesasiyet ava kiriye.
Harf der barê dema, rêje û naveroka alîkariyên bo Kobanê tên kirin de agahî neda û wiha berdewam kir: “Obama di vê mijarê de agahî daye Tirkiyeyê. Erdogan û Obama li ser mijarê demekê nîqaş meşandiye.” Harf, berfirehiye nîqaşê ji Qesra Spî re hişt.
Her wiha axaftina wezîrê karê derve John Kerry û yê hevpîşeyê wî yê tirk yên li ser Kobanê hat pirsîn û Harf li ser vê diyar kir ku ya esas gotinên Obama ne, der barê berfirehiyê de agahî destê min de tune.
DIVÊ PIŞTGIRÎ BO PYD’Ê BÊ DAYÎN
Harf destnîşan kir ku piştgiriya bo PYD’ê bo bi DAIŞ’ê re têdikoşe gelek girînge û me ev bi aşkera ji Tirkiyeyê re ragîhand.
Harf anî ziman ku hêj xetereya ketina Kobanê heye û ji ber vê jî divê hewldan bên kirin.