DYA ji welatiyên xwe xwest ku neçin Tirkiyeyê
Wezareta Karên Derve ya DYA di mijara çûyîna Tirkiyeyê de hişyarî da welatiyên xwe û bi taybetî pêşniyar kir, ku neçin bajarê Kurdan.
Wezareta Karên Derve ya DYA di mijara çûyîna Tirkiyeyê de hişyarî da welatiyên xwe û bi taybetî pêşniyar kir, ku neçin bajarê Kurdan.
Ev hişyarî rojek beriya Wezîrê Karên Derve Rex Tîllerson biçe serdana Tirkiyeyê hat kirin.
Wezareta Karên Derve ya DYA, ji ber 'gefa êrîşê ya li Tirkiyeyê' welatiyên xwe hişyar kir û pêşniyar li wan kir ku bi taybetî neçin bajarên Kurdistanê.
Hat bibîrxistin, ku astengiya li pêşiya gera xebatkarên hikumeta DYA dewam dike û bajarên Kurdan û Edene jî di nava vê de hene.