DYA ji hewayê ve çek danî Kobanê!

DYA ji hewayê ve çek danî Kobanê!

Artêşa Amerîkayê da xuyakirin, ku yekemcar ji bo hêzên Kurd ên li Kobanê, ji hewayê çek hatiye dayîn. Hat diyarkirin ku çek ji aliyê Herêma Kurdistana Federal ve hatine şandin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Navenda Fermandariya Asya Navîn û Rojhilata Navîn a Amerîka Centomê, "Çek, cebilxane û materyalên tenduristiyê yên ji aliyê meqamên Kurd ên li Iraqê ve hatine tedarikkirin" ji hewayê ve radestî Kobanê hatine kirin.

Centomê da zanîn ku li Kobanê rojên Şemî û Yekşemê 11 êrîşên hewayî hatine kirin. Tê gotin ku ji dawiya meha Îlonê û vir ve 135 caran ji hewayê êrîş li hemberî hedefên li Kobanê û derdora wê hatine kirin.

Centomê ragihand ku ev êrîşên hewayî yên 'bi berxwedana li erdê re bû ye', rê li ber mirina bi sedan endamên çeteya DAIŞ'ê vekirine, gelek ekîpman û pozîsyon hatine îmha kirin yan jî texrîpkirin. Centomê da xuyakirin ku rewşa li Kobanê 'qirofek e'.

Di vê navberê de Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl bi rêya telefonê tevlî Bernameya Kobanê Taybet a Ronahî TV bû û diyar kir ku Amerîkayê bi rêya balafiran çek û cebilxane gihadin hêzên wan.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di dawiya hefteya bihurî de yekemcar dabû xuyakirin ku bi PYD'ê re yekser hevdîtinan dike.