DYA: Em ji pêkanînên hikûmeta Tirk aciz in
Sefaretxaneya Bilind a DYA ya li Enqereyê û Wezareta Karên Derve ya DYA nerazîbûn nîşanî girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê dan.
Sefaretxaneya Bilind a DYA ya li Enqereyê û Wezareta Karên Derve ya DYA nerazîbûn nîşanî girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê dan.
Nerazîbûneke din a li ser girtina Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenterên HDP'ê, ji Sefaretxaneya Bilind a DYA ya li Enqereyê hat. Sefîrê Bilind ê DYA yê li Enqereyê di hesabê xwe yê twîterê de, mesaja Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê DYA Tom Malînowskî ya bi Îngilîz, wergerand bi Tirkî û weşand. Di mesajê de wiha hat gotin:
"Girtina lîderên HDP'ê û parlamenterên din, astengkirina înternetê, me weke dost û hevalbendekî aciz kiriye."