Di şîroveya radyoya Deûtsche Welle (DW) de hate diyarkirin ku gotina Donal Trûmp a ku hefteyek berê gotiye belkî em leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişînin, ‘wê fikreke xerab be.’
‘TÊ WATEYA KU SÛRIYEYÊ JI AKTORÊN KAOSHEZ RE BIHÊLE’
Knîpp diyar kir ku gotina Trûmp ‘gotineke spontane’ ye û heke tiştekî dijberî wê pêk were, wê encamên xerab derkevin holê.
Knîpp diyar kir ku derketina leşkerên Amerîkayê tê wateya ku Sûriye ji hêzên kaoshez re were hiştin û diyar kir ku dema vê gotina Trûmp jî seyr e.
‘DEMA KU BOLTON Û POMPEO TÊ SER PEYWIRÊ, EV GOTIN TÊ KIRIN’
Knîpp diyar kir piştî ku John R. Bolton bû şêwirmendê ewlekariya neteweyî û Mîke Pompeo jî bû wezîrê karê derve ev Trûmp ev gotin kiriye û ev tişt li gorî wezîfedarkirinên nû nakokî ye jî.
Nivîskarê DW got ku, “Ev herdu siyasetmedar ji bo parastina berjewendiyên neteweyî bikaranîna hêzên leşkerî jî didin ber çavê xwe. Gelo têkiliyeke çawa heye ku ev her du kes nû tên ser peywirê lê di heman demê de tê xwestin ku leşkerên Amerîkayê ji Sûriyeyê derkevin?”
JI BO ROJHILATA NAVÎN WÊ MALIYETA WÊ ZÊDE BE
Knîpp diyar dike ku vekişandina leşkerên Amerîkayê wê ne li gorî berjewendiya Amerîkayê ya polîtîkaya wê ya Sûriyeyê be û ev gav wê bibe sedema ku DYA li herêmê di warê jeostratejîk de bêwate bibe. Knîpp bal kişand ser vî tiştî ku wê ev tişt ji bo Rojhilata Navîn bi maliyet be.
WÊ WERE HESABÊ RÛSYA Û ÎRANÊ
Knîpp diyar dike ku di vê serdemê de DYA li hemberî Îranê polîtîkayeke tund dimeşîne û heke DYA ji Sûriyeyê vekişe ew ê ev tişt bibe sedem ku Tehran û Rûsya bi ser bikevin. Knîpp diyar kir ku bi vekişandina DYA re wê ‘Kevana Şîîyan’ jî ava bibe, ya ku ji bo Îsraîlê jî gefeke mezin e.
WÊ REWŞA HERÊMÊ XERABTIR BIBE
Kersten Knîpp diyar kir ku heke vekişandinek hebe jî ew ê ev tişt hêdî hêdî pêk were û got, “Bi vekişandina DYA re dibe ku Îran li herêmê şerekî din derbixe. Lê ev tişt jî rast e ku DYA li Sûriyeyê ji xeynî têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê tiştekî din bi dest nexistiye. Lê gelekî zelal e ku heke vekişandin pêk were, wê rewşa herêmê xerabtir bibe.”