DW `Bihara Kurdan' a li Sûriyê nivîsand

DW `Bihara Kurdan' a li Sûriyê nivîsand

Saziya weşanê ya Elman Deutsche Welle (DW), "Bihara Kurdan" a bi şoreşa li Sûriyê re derket holê, nivîsand. Di şîrovenûçeyê de hat gotin "Kurd di deshilatdariya Serokdewlet Esad de hatin binpêkirin, lê niha ji her demê bêtir di warê siyasî, leşkerî û çandî de ji xwe bawerin."

Di nûçeyê de behsa civîneke li navendeke çandê ya bajarê Dêrika Hemko tê kirin û tê gotin, "Asya Mûhammed Abdûllah li dîwanê bi coşeke mezin diaxive" û gava Hevseroka PYD'ê Abdullah banga têkoşînê li guhdaran dike, çavên wê dibiriqîne.

Di nûçeyê de tê ragihandin ku beriya şoreşa Sûriyê civînên bi vî rengî tinebûn û ji van gotinên Abdullah re cih tê veqetandin; "Em weke Kurdên li Sûriyê, ev 30 sal in ji bo mafê xwe têdikoşin. Ji ber vê yekê, gelek hevalên me ji aliyê rejîmê ve hatin girtin û bi êşkencê hatin kuştin."

Di dema şîrovenûçeyê de weha tê gotin; "Partiya Bees a li deshilatdariyê, hemû mafên Kurdan ên bingehîn jinedîtî ve hat. Di sala 1960 de welatîbûna ji sedî 20 ê Kurdan hat betalkirin. Lê şoreşê ev rewş guherand. Esad di destpêka raperînê de, ji bo pêşî li Kurdan bigire, mafên welatîbûna Kurdan li wan vegerand. Ji ber sedemên taktîkî beşek ji artêşa Sûriyê ji herêma Kurdan hat vekişandin û li herêmên din hatin bicihkirin."

DW cih dide gotina Abdullah a "Şoreşê rê li ber guhertinê vekir. Me ji sifirê destpê nekirin, ji xwe ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd em amade bûn". Di nûçeyê de tê gotin Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi piştgiriya PKK'ê beşeke mezin a herêma Kurdan kontrol dike.

Şîrovenûçe van gotinên Hevseroka PYD'ê Abdullah destnîşan dikr; "Em ji bo tevahiya Sûriyê, ji modêleke demokratîk bawer dikin. Çareseriya siyasî ya pirsgirêkên Sûriyê, di nava demokrasiyê de ye. Em naxwazin Sûriyê perçe bikin. Em dixwazin di nava Sûriyeke demokratîk de weke xuşk û bira bi hev re bijîn."

Di nûçeyê de bal tê kişandin ser danûstandinên navbera PKK û hukûmeta Tirk de û tê gotin, "Ev yek wê bandorê li ser peşketinên li herêmên Kurdan ên li Sûriyê bike. Di warê leşkerî û aborî de, Kurd wê ji vebûna sînoran feydê bibînin."

DW radigihîne ku YPG li ser rêyên "paytexta ne fermî" ya herêma Kurdan Qamişlo nuqteyên kontrolê daniye û dibêje; "Keç û xortên bi çek, wesaîtên derbas dibin kontrol dikin. Pirraniya bendên li ser rêyan hatine danîn, bi rengên Kurdan kesk sor û zer hatine xemilandin. Bi tenê li navenda bajêr û hin navçeyan, leşkerên hukûmetê li dewriyê digerin. Herêm di bin kontrola YPG'ê de ye, lê çend gundên Ereb li herêmê hene ku hin ji wan di bin kontrol hukûmetê û hin ji wan jî di bin kontrola hêzên çekdar dene."

DW diyar dike, ku li bajarê sînor Serê Kaniyê rewş hinekî din tevlîhev e û li Serê Kaniyê leşkerên hukûmetê, raperîner, YPG, Eniya El Nûsra hemû xwe nîşan didin û dibêje, li gel vê rewşê jî fermandarê YPG'e Rêzan Îbrahîm di rewşeke aram de ye û cih dide van gotiên Îbrahîm; "Em li dijî rijandina xwînê û çareseriya leşkerî ne, lê rewşa heyî me neçar hişt em çekê hilgirin. Eger hukûmetek bi rastî hemû mafên Kurdan bidê, hingî emê piştgiriyê bidinê. Lê eger mafên me înkar bike, emê çekên xwe bikar bînin û têbikoşin."