Du zarokên 6 salî li Qereyazî hatin binçavkirin

Li navçeya Qereyazî ya Erziromê 2 zarokên 6 salî yên bi torpîlan dilîstin ji ber torpîleke wan ket hewşa emniyetê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Li navçeya Qereyazî ya Erziromê 2 zarokên 6 salî yên bi torpîlan dilîstin, ji ber torpîleke wan ket hewşa emniyetê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Li navçeyê 8 kesên ku di operasyona serê sibê de hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.

Li Taxa Yenî ya girêdayî navçeya Qereyazî ya Erziromê du zarokên bi navê Î.B. (6) û M.B. (6) ên li nêzî Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê bi torpîlan dilîstîn ji ber torpîleke wan ket hewşa emniyetê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.