Du xwendevanên Bogazîçiyê hatin destgîrkirin

Bi hinceta ku tevlî çalakiyên Bogazîçiyê bûne 2 xwendevan hatin destgîrkirin.

Kolektîfên Xwendevanan li ser medyayên dîjîtal ev agahî parvekirin ku du xwendevanên zanîngehê bi hineta ku tevlî çalakiyên Zanîngeha Bogazîçiyê bûne ji aliyê polîsan ve hatine destgîrkirin.

Derbarê sedemê destgîrkirina xwendevanan ku ew birine Midûriyeta Emniyetê ya Kadikoyê ti agahî nehate girtin.

Di agahiya ku li ser hesabê twitterê ya Kolektîfên Xwendevanan hatî parvekirin de hate gotin: “Zext û destgîrkirin wê nekare me bitirsîne! Li Stenbolê polîs bêyî ku hincetekê nîşan bide serdegirtina malan kir û 2 endamê Kolektîfê destgîr kir.”