Du qirker li hev rûniştin: Erdogan û Beşîr hatin rûyê hev
Serokdewletê Sûdanê yê qirker li Tirkiyeyê ji aliyê Erdogan ve hate pêşwazîkirin.
Serokdewletê Sûdanê yê qirker li Tirkiyeyê ji aliyê Erdogan ve hate pêşwazîkirin.
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, bi Serokdewletê Sûdanê Omer El Beşîr re rûnişt. Omer El Beşîr ku weke 'Qesabê Darfûrê' tê naskirin, Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya li Laheyê derbarê wî de biryara girtinê daye û bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kiriye ku li gorî vê biryarê tevbigere. Beşîr, piştî 8 salan hat Tirkiyeyê û tevlî civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî bû.
Têkiliya navbera Beşîr ku qirkeriya wî tescil bûye û Erdogan ku di salên dawî de ji aliyê cîhanê ve weke dîktator tê dîtin, tê payin ku li qada navneteweyî rê li ber nerazîbûnan veke.
Omer El Beşîr, 14'ê Tîrmeha 2008'an weke berpirsyarê Qirkirina Darfûrê li Laheyê mehkûm bû. Di Qirkirina Darfûrê de zêdeyî 300 hezar kes hatin kuştin û 2 milyon û 700 hezar kes jî ji cih û warê xwe bûn.