Du Kurd li Zîndana Mahabadê ketin greva birçîbûnê

Du Kurd li Zîndana Mahabadê ketin greva birçîbûnê

Du girtiyên siyasî yên Kurd ên bi navê Qasim Rehîm Azer û Celal Nasrî ji ber zext û zora ku rêveberiya Îtlaat li wan dike protesto bikin, ji duh ve ketine greva birçîbûnê.

Hate ragihandîn ku her du girtiyên siyasî bi sedema di sala 2010’an alîkarî dane partiyeke Kurd a dijbertiya dewleta Îranê dike, li Dadgeha Şoreşê ya Mahabadê ji bo Qasim Rehîm Azer 8 sal û ji bo Celal Nasrî jî 5 sal cezayê zîndanê hatibû birîn.

Hate destnîşankirin ku li Zîndana Mahabadê,her du girtî ji hemû mafan mehrûm hatine kirin û ji bo nerazîbûna li hember van pêkutiyan ji duh ve ketine greva birçîbûnê.