Du kesên li Kerboranê jiyana xwe ji dest dabûn hatin definkirin
Du kesên li Kerboranê jiyana xwe ji dest dabûn hatin definkirin
Du kesên li Kerboranê jiyana xwe ji dest dabûn hatin definkirin
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê welatiyên bi navê Bîlal Gezer û Sînan Toprak di protestoyên Kobanê de ji aliyê kesên ku tê gotin Huda-Parî ne ve rastî êrîşa çekdarî hatin û jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê wan ji aliyê hezaran ve hate definkirin.
Bîlal Gezer şevê saet di 02.00’an de li Goristana Seyîd Hesen a Taxa Klavuz hate definkirin. Cenazeyê Sînan Toprak jî li Goristana Micir Safa ya Taxa Safa hate definkirin. Bi hezaran kes tevlî merasîma cenazeyan bûn.
Cenazeyên ku ji bo otopsiyê şandibûn Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê, ji aliyê HDP, DBP, MEYADER û sedan kesî ve hate girtin.
Cenazeyê Gezer û Toprak bi karwan anîn Kerboranê û li mizgeftê piştî wecîbeyên olî birin goristanê.
Cenaze bi duayan hate definkirin û her wiha malbatan diyar kirin ku wê girêdayî têkoşîna wan bin.
Malbata Gezer li konê li Cadeya Kilavuz hatiye vedan û malbata Toprak jî li konê ku li Cadeya İlisu hatiye vedan sersaxiyan qebûl dikin.