Du girtiyên nexweş di greva birçîbûnê de ne
Du girtiyên nexweş di greva birçîbûnê de ne
Du girtiyên nexweş di greva birçîbûnê de ne
Girtiyên nexweş Alî Haydar Yildiz û Ergîn Aktaş, ku Saziya Tipa Edlî rapora "nikarin li girtîgehê bên rakirin" da wan, lê li gel vê jî di şert û mercên li derveyî mirovahiyê de li girtîgehê tên ragirtin, duh dest bi greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan kirin. Her du girtî, ku nexweşiya wan giran e anî ziman, ku eger şert û mercên wan ên ragirtinê neyên sererastkirin, dê çalakiya birçîbûnê veguherîna greva birçîbûnê ya bêdem.
Alî Haydar Yildiz ê felçbûyî û Ergîn Aktaş ê her du destên wî tineye, ku Saziya Tipa Edlî rapora "nikarin li girtîgehê bên rakirin" da wan, lê li gel vê jî di şert û mercên li derveyî mirovahiyê de li girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê tên ragirtin, duh dest bi greva birçîbûnê kirin.
Her du girtiyên nesax dan xuyakirin ku şert û mercên girtîgehê yên ew lê tên ragirtin li dijî mirovahiyê ye û kengî dixwazin nikarin xwe bigihînin doktoran û dan zanîn ku ew ji bo sê rojan dest bi greva birçîbûnê dikin. Girtiyan diyar kirin ku eger şert û mercên wan ên ragirtinê neyên sererastkirin, dê çalakiya birçîbûnê veguherîna greva birçîbûnê ya bêdem.
JI STÛ Û JÊRÊ FELÇ E
Alî Haydar Yildiz li navçeya Stenbol Pendîkê, di bûyereke şêlandinê ya 9'ê Tebaxa 2012'an de bi 6 fîşean birîndar bû û felç bû. Ji stû û jêrê Yildiz felç e, her wiha ji ber ku demeke dirêj neçare li erdê dirêj kiribî, li qulemêk û pişta wî birînên îltîhap rû dan.
Ji bo Alî Yildiz ê bi çardar (sedye) tînin rûniştinê, Saziya Tipa Edlî di 23'ê Çileya 2012'an de rapora "ji ber seqetiyê nikare jiyana xwe bi tena serê xwe bidomîne, pêwîstiya wî bi alîkariya mirovekî-ê heye" da wî. 23. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê, rapora hat dosyayê, 2 rûniştinên dozê ji Yildiz û parêzerên wî veşart. Dema rapor derket holê jî dadgehê biryara "berdana wî ne gengaz e" da.
Yildiz ê ku li Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê tê rakirin, divê rojane birînên wî bên pansûmankirin (pêçandin) lê nayê kirin.
HER DU DESTÊN WÎ NÎNE
Ji bo Ergîn Aktaş ê her du destên wî tinene û bi tena serê xwe nikare bijî Saziya Tipa Edlî di 12'ê Tîrmeha 2013'an de rapora "nikare li girtîgehê bê ragirtin" da. Lê belê li gel vê raporê jî Aktaş nehat berdan.
LEPIK QEDEXE YE
Di vê navberê de xizmên Aktaş ji bo wî lepik şandin, lê belê rêveberiya girtîgehê negirt. Rêveberiya girtîgeyê diyar kir ku ji bo wergirtina lepikan divê Aktaş raporê bistîne. Hat hînbûn ku mudurê girtîgehê ji Aktaş re gotiye, "Tu êdî aramiya vê derê xera dike". Dibe ku Aktaş ji Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê bişînin Girtîgeha Umraniye.