Dr. Neşat Dîhîle: Erdogan sûcdarê şer e!

Rojnamevan û nivîskarê Misrî Dr. Neşat Dîhîle got, "Belgeyên li ber destê min têrê dike ku Erdogan weke sûcdarê şer bê darizandin."

Beriya niha rojnamevanê Misrî Doktor Neşet Dîhîle belgeyên dewleta Tirk û MÎT’ê ên qirkirina Kurdan û tevlîhevkirina Rojhilata Navîn deşîfre kiribûn. Rojnamevan Dîhîle ê di televîzyona TeN TV’ê de belgeyên navborî eşkere kir, ji ANF'ê re axivî.

Weke pispor û karmendê maseyê Tirkiyeyê hûn, rewşa niha ya desthilatdariya Erdogan çawa dinirxînin?

Alozî û nakokiyek di nava artêşa Tirkiyeyê de heye. Wê di dawiyê de ev rewş bandoreke mezin li ser Erdogan bike. Di rewşa heyî de Erdogan weke kelemê li ber li lingê welatên Ewropî ye. Li gel min, gelek belge hene, têrê dike ku Erdogan ji sûcên şer bê dadgehkirin. Serokkomarê rejîma Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji sûcê şer ê mirovahî û qirkirinê tewanbar e û pêwîst e ji van were dadgehkirin. Li gel min gelek delîl hene ku vê yekê piştrast dikin. Ev belge û agahî ji nav mala Tirkan hatine bi destxistin. 

DIVÊ ERDOGAN JI SÛCÊ ŞER BÊ DADGEHKIRIN

Di demên dawî de di derbarê belge û delîlên we weşandî de gelek nîqaş çêbûn. Weke rojnamegerekî ji derve dinêre, çi li hundir û çi jî li derve û li Rojhilata Navîn, planên rejîma Tirkiyeyê çi ne. Hûn operasyon û tevgerên Tirkiyeyê yên di demê dawî de pêk tîne çawa dinirxînin?

Hêzên navdewletî, Erdogan ji bo xwe bikar tînin. Erdogan jî dixwaze bi heman awayî wan bi kar bîne û wan tehrîk bike û ji vê sûd wergire. Dixwaze nakokiyan derîne û ji wan nakokiyan planên xwe pêk bîne. Her tim Kurd bi hevkarên xwe yên navdewletî re zelal in. Kurd her tim ji mitefik û dostên xwe re dirust nêz bûne. Lê belê hêzên navdewletî bi heman bihistiyariyê mijarê nagirin dest. Lê belê Efrîn ji Erdogan û çeteyên wî re bibe goristan. Serokê DYA’yê Donalt Trûmp diyar kir ku wê hêzên xwe ji Sûriyê vekişin. Ev biryara Trûmp, biryareke jihevketî ye, ne di cih de ye. Jixwe Trûmp pişt re li xwe mikur hat û got ev biryar şaş bû, ango xwedî li gotinn xwe derneket. Li gorî nêrîna min wê ti carî DYA hêzên xwe ji Sûriyeyê nekişîne.

Tirkiye di demên dawî de ji ber valatiya siyaseta navdewletî operasyonên xwe yên xwe yên qirkirinê dane despêkirin. Ne tenê li hemberîî derve, di hundir de, di nava welêt de operasyonên herî mezin ên qirkirin û destgîrkirinê pêk tîne. Yekem armanca rejîma Erdogan a van operasyonên qirkirinê jî Kurd in. Di ‘Pêvajoya Çareseriyê’ de ku sala 2013’an ku bi navbeynkariya heyeta HDP’ê, di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewletê de pêk dihat, gihiştibû astekê. Lê belê dewleta Tirk ev pêvajo xira kir. Lingê xwe li masê da û quliband. Hemû soz û mûtabaqatên hatin çêkirin, Erdogan li dijî vê derket û dawî li vê pêvajoyê anî. Erdogan di vê mijarê de durûtî dikir. Bi vê pêvajoyê, armanca wî ne çareserî bû; armanca wî ew bû ku gelê Kurd, dengê gelê Kurd bikêşe aliyê xwe bû. Nexasim pêvajoya hilbijartina serokkomariyê bû ku bikare bi dengê Kurdan xwe bigihîne textê serokkomariyê.

Erdogan, nahêle ti raman, nêrîn û kirinên derveyî hişmendiya wî û siyaseta wî bimînin. Agahiyên ku hê jî ji nava Tirkiyeyê tên, metirsiya mezintir a bi destê rejîma Erdogan li ser Tirkiyeyê û gelên Tirkiyeyê nîşan dide. Jixwe bi eşkereyî di belge û fermanên ku hatine dayîn de, çi yên ji aliyê Teşkîlata Îstixbaratê ya Tirk MÎT’ê ve, çi yên ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hundir û çi jî yên ji aliyê serbazên Tirkan ve hatine dayîn, li hemberîî her Kurdekî/ê bêyî bê girtin, destgîrkirin, rasterast fermana kuştinê dane. Ne tenê fermana vê dane, di heman demê de ew garantî dane ku kî kurdan bikuje, êşkence bike, winda bike hwd wê neyê dadgehkirin. Ev pêbawerî dane hemû sazî û dezgehên Tirk ên pêwendîdar. Gotine ku di darazgeriyê de kesên me hene ku pişta we bigirin, we biparêzin û van dozan binixûmînin. Li gorî van belgeyên hatine weşandin em dibînin ku gelek sûcên şer ên dij mirovahiyê li nava Tirkiyeyê hatine kirin. Ev jî têrê dike ku Erdogan ji sûcê şer bê sûcdarkirin û li pêşiya dadgehên navdewletî bê dadgehkirin.

Zextên niha desthilatdariya Erdogan li Kurdistan û Tirkiyeyê dike, weke rojnamevanekî ji derve dinêre hûn çawa dibînin?

Piştî ku Erdogan di hilbijartinê de bû Serokkomar, careke din hê zelal bû ku hemû soz û planên Erdogan ên ji bo çareseriyê, tenê ji bo nixumandina sûcên mirovahî û bidestxistina Serokomariyê, pêkanîna armancên xwe ne. Ji xwe ti niyetê Erdogan nebû ku li Tirkiyeyê çareseriyê ji bo pirsa Kurd pêk bîne. Belge û delîlê vê jî ew e ku niha çend parlementer, hevşaredar û siyasetmedarên Kurd di girtîgehan de ne. Dîsa weşanên nava Tirkiyeyê çi yên Kurdî, çi muxalîf; ji TV’yan bigire heta kovar, rojname û komele hatine girtin. Bi kurtasî her kes û aliyê dij û muxalifên Erdogan in hatine girtin. Bi vê ve girêdayî bi dehan, heta sedan kes hatine sirgûnkirin û ji Tirkiyeyê reviyan e.

'ERDOGAN SÛCÊ ŞER DIKE'

Hûn têkiliyên desthilatdariya Erdogan û hêzên navdewletî çawa dibînin?

Têkiliyên hêzên navdewletî yên sûcên şer hene. Lê belê hêzên navdewletî di têkiliyên xwe yên bi Erdogan re durûtî û minafiqiyê dikin. Di mijara penaberiyê de hê li benda Erdogan in ku hinek tiştan bike. Erdogan penaberan mîna xalekî lewaz a hêzên Ewropî û navdewletî bikar tîne. Erdogan dixwaze bi penaberan sûd ji Ewropayiyan bigire. Heman demê Ewropî jî dixwaze jê sûdê bigire. Ev jî dihêle ku hêzên navdewletî li hemberî kiryarên Erdogan ên li dijî Kurdan, li dijî mirovahiyê, çi li navxwe û çi jî li derve çav û guhên xwe bigirin. Ev bê helwestî û bêdengî hişt ku Erdogan destê xwe dirêjî Bakurê Sûriyeyê bike û ev kir jî. Me, heta her kesî ev eşkere dît ku Erdogan rojekê jî li dijî DAÎŞ’ê şer kiriye? Na. Xwedî helwestên balkêş bû. Piştre me dît ku bi çeteyên DAÎŞ’ê re di nava têkiliyan de ne. Komeke ji dîplomasiyên wan di destê DAÎŞ’ê de hene ku bi rêyên dîplomasî wan rizgar bikin.

Beriya niha Emerîkayê eşkere kiribû ku hêzên xwe ji Sûriyê vekêşe. Piştî wê desthilatdariya Erdogan kete nav hewldanên nû. Hûn vê biryar û nêzikatiyên Erdogan çawa dinirxînî?

Lê piştî Serokê Emerîkayê biryara vekişînê bi awayek marjinal girt dît ku dibe ev biryar tevlîheviyekê di nava Rojhilata Navîn de çêbibe. Ji ber wê jî ji vê biryarê vekişiya. Ez texmîn dikim vekişinek ne xweş bû û mejiyê mirovan biçûk û bê aqil dibîne. Niha operasyona di nav Efrînê tê kirin, hemû sînorên ku mirov bikare tehemûl û xiyal bike derbas dike. Li Efrînê operasyona Tirk-kirinê pêk tîne. Li wê derê Tirk-kirina çand, cih , perwerde û her tiştî dike. Li gel wê jî kuştina jin, zarok û sivîlan tê kirin û berdewam e. Wê Efrîn her tim weke qêrîneke diyar û eşkere bimîne. Wê Efrîn di dawî de bibe goristanek, ew hemû nirxên ku Erdogan qala wê dike û pê bang dike, wê di dawî de têkeve wê goristanê û wê rezil bike. Osmaniyan di sedsalên berê de gelek zilm li Efrînê meşandine. Ji ber wê tişta niha li Efrînê rû dide, ne mirovî ye û dij exlaqî ye. Kurd nema bawerî didin hêzên binkeftî û hemû hevkariyên bi wan re wê vala be. Li vir operasyoneke qirkirina etnîkî û nasnameyî heye. 

'ERDOGAN KELEMEKÊ LI BER PIYÊ SÎSTEMA NAVDEWLETÎ DE YE'

Daved Grabel, berî du rojan di rojnameya Garden a Îgilistanê de nivîsî bû. Dibêje Tirkiye weke endamekî NATO’yê di dawiyê de politikaya NATO ya li Sûriyê pêk tîne. Ango em dikarin bibêjin çekên NATO’yê di hemû operasyon û karûbarên xwe yên li Suriyê de bi kar tîne. Hemû sûcên ku Tirkiye û Erdogan li Suryê dike, bi destê NATO’yê dike. Gelo ev dikare naveroka tiştan biguherîne, dikare rê li pêşiya çavbirçîbûna Tirkiyeyê bigre? Ger ji aliyê raya giştî ya navnetewî ve were gotin...

Ger em li bîra xwe bînin Keşeyê Emerîkî Brunson li Tirkiyê giritî bû, em van agahiyan hemû li bîra xwe bînin. Erdogan bi awayekî durû diaxivî û daxuyanî didan. Hewl dida ku hestên Tirkîtî û Îslamî ji bo xwe bi kar bîne. Ew dixwaze bide qanîkirin ku ew kesekî têkoşer û rizgarker e, neviyê Selahadînê Eyubî ye ku wê Qudus rizgar bike. Her wiha dixwaze bi welatên Ewropa û Rojavayî bide hîskirin ku ew kesek modern, ilimdar û laîqparêz e. Dixwaze nîşan bide ku li gel wî azadiya bê exlaqî û vexwarina şarabê, leş-firoşiyê heye. Xwe bi awayek vekirî û muhafazakar nîşan dide. Ez dikarim bêjin raya giştî ya cîhanî biryaran nade girtin û siyasetê nade xêzkirin. Yên biryar û siyasetê didin çêkirin, xwediyê berjewendiyên li Ewropa û Emerîka ye. Erdogan jî xelekek ji van berjewendiyan e. Bawer nekin ku Erdogan seribxwe û xwedî projeyekê ye. Erdogan kelemekî li ber piyên sîstema navdewletî de ye.

Car caran Erdogan bi rêya çapemeniyê raber dike ku bi Îsraîlê re di nav şer û nakokiyên kûr de ye. Li gorî we rastiya vê çi ye?

Peywendiya Erogan bi Îsraîlê re gelek xurte. Her wiha têkiliya wî bi tevgera siyonîzma cîhanî re jî gelek xurt e. Her wiha têkiliya wî bi nakokiyên civaka Emerîkî re jî gelek xurt e. Erdogan gelek caran li hemberî Dewletên Yekbuyî yên Emerîkî gelek caran tehdît kiriye ku ji wan re gotine ku yên darbe îktîsadê xistine. Gotinek tenê heye ku wê artêşa Tirk di dema pêş de bêje, çawa ku di serdemên berê de jî wisan bû, wê di serdema nû de jî gotina dawiyê ya artêşê be. Ji ber ku şêwaza dewleta Tirk li ser hatî avakirin wisan e û rê daye vê. Diyardeyeke şokkirin û deprasyonê di nava civaka Tirk de daye çêkirin. Li gorî dîtina min û pêşbîniyên bûyerên ku diqewimin, wê rojekê Erdogan ji xew şiyar bibe û bibîne ku li hemberî wî şoreşek pêk hatiye, ew qulibandin û partiya wî têk birine. Dibe ev darbe di nava artêkşa Tirk de pêk were. Ji ber ku artêşa Tirk di hêla fikir û bawerî de ne yek e. Ev nakokî di nav subayên alîgirê NATO û subayên nîjadperest ên Tirk de û yên ku di demên borî de Erdogan bi xwe çêkiribûn û bêyî ku heq bikin bi cih kiribûn de heye. Ji ber wê di nava artêşê de gelek şêwazên cûrbecûr hene, di nav xwe de bi nakok in. Di encamê de wê ev nakokî bihêlin ku hevdu û Erdogan tune bikin.