Dr. Kobanê: YPG/YPJ'ê hezkirina ji mirovan û vîna xurt nîşanî min dan
Dr. Dorpec Kobanê ku 2 salan li Kobanê wezîfe kir û beriya niha bi du salan vegeriya Swêdê, serpêhatiya xwe ji medya Swêdê re vegot û li ser sîstema li Rojava gelê Swêdê agahdar kir.
MÛRAT KÛSEYRÎ
STOCKHOLM
sêşem, 25 kewçêrê 2016, 07:04
Dr. Dorpec Kobanê yê li Nexweşxaneya Zanîngeha Karloînska ya paytexta Swêd Stockholmê week fîzyolog wezîfedar e, dest ji karê xwe berda û ji bo piştgiriyê bide Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe did, berê xwe da Pirsûsê. Piştî ku sal û nîvekê tevlî çalakiyên piştgiriyê yên li Pirsûsê bû derbasî Kobanê bû û li nexweşxaneya li vir dest bi kar kir.
Dr. Kobanê serpêhatiya xwe ya li Rojava ji ANF'ê re vegot.
'NABE KURDEK LI PÊŞBERÎ KOMKUJIYÊN LI ŞENGAL Û KOBANÊ BÊDENG BIMÎNE'
Li ser sedema çûyîna Kobanê got, "Eger tu weke Kurdekî zanibe di sedsalên dawî de çi bi serê Kurdan ve hatine, hingî tu nikare komkujiyên li Şengal û Kobanê ji nedîtî ve were. Dema min komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên li wir bihîst, nekarîbûm li cihê xwe bisekinim û min biryar da biçim. Min karekî gelekî mezin nekir. Li gel têkoşîna bi biryar a şervanên YPG û YPJ'ê min jî hewl da alîkariyê bidim gelê xwe. Sedema herî mezin a çûyîna min jî, berxwedana bi biryar a YPG/YPJ'ê bû. Sedema herî mezin a derneketina min a ji wir jî, xwîna şehîdan bû. Eger wan şer nekiribûna, ne tenê ez, ti kes nikarîbû li wir bima. Sîstema li wir jî bi saya wan berxwedêran li ser piyan ma."
'DEMA EM DERBASÎ KOBANÊ BÛN, LEŞKERÊN TIRK GULE BERDAN ME, HEVALEKÎ ME BIRÎNDAR BÛ'
Dr. Kobanê da xuyakirin, ku ew meh û nîvekê li Pirsûsê di nava gel de bû, nobed digirt û got, "Gelê Bakur bi heybet destek dida Kobanê. Me bi çavên xwe êrîşên çeteyên DAIŞ'e didîtin. Kader Ortakaya ya li Kobanê şehîd bû, xizma min bû. Hefteyek piştî ku me ew spart axê, di 2'ê Çileya 2015'an de derbasî Kobanê bûm. Em nîvê şevê derbas bûn. Li aliyekî DAIŞ, li aliyê din jî gerîla hebûn û şer dewam dikir. Di dema derbasbûnê de leşkerên Tirk gule berdan me. Hevalekî me birîndar bû."
TIŞTA DI DESTPÊKÊ DE LI KOBANÊ DÎT
Dr. Kobanê diyar kir, nexweşxaneya leşkerî ya Kobanê li jêrzemîna avahiyekê bû û wiha dewam kir: "Doktor û wezîfedarên li nexweşxaneyê di nava şert û mercên gelekî zehmet de, bêyî amûr û dermanan dixebitîn. Tevî nexweşxaneyên hin mal hebûn ku birîndarên ji nexweşxaneyê derdiketin, lê diman. Wezîfeya min ew bû ku li nava van malan bigerim û nexweşan tedawî bikim. Di 25'ê Çileya 2015'an de Kobanê bi temamî ji çeteyan paqij bû. Ji sedî 70 ê bajêr xera bû. Li navenda bajêr bi sedan cesedên endamên DAIŞ'ê hebûn. Bi hezaran bombe, topên hawanê yên ne teqiyayî hebûn. Ji sedî 80 ê bombeyan ne teqiya bûn. Ji ber van bombeyan bi qasî 60-65 sivîlan jiyana xwe ji dest dan."
DI NAVA ŞER DE XEBATÊN TENDURISTIYÊ
Dr. Dorpec Kobanê têkildarî xebatên tenduristiyê yên di nava şer de ev agahî da:
"Di dema şer de 4 doktro hebûn. Ti ji van ne pispor bûn. Lê ortopedîst û cerahê me hebû ku dikarî bûn mudaxleya destpêkê bikin. Lê belê malzmeyên pê emeliyatê bikin û derman nebûn. Lewma nexweşên giran dişandin Bakur. Ji ber nebûna derfetan gelek hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Di destpêka Gulana 2015'an de nexweşxaneyeke mezin hat avakirin. Hingî navenda rehabîlîtasyonê ava bû. Ez berpirsyara navenda rehabîlîtasyonê bûm. Ji Ewropayê Heyva Sor a Kurdistanê malzemeyên bi buhayê 50 hezar Euroyî şand. Bi saya van malzemeyan me bi hezaran hevalên xwe tedawî kir. Rojê ji 70 heta 130 hevalan ji bo tedawiyê dihatni nexweşxaneyê. Nexweşên me yên birîna wan sivik nebûn. Ew nedihatin nexweşxaneyê. Îro hê jî parçeyên şarapnelê û fîşek di mejiyê bi dehan hevalan de ne. Ji ber ku mudaxleyên cidî jê re divê û bi rîsk e, her wiha ji ber nebûna derfetan hê jî di bedena van hevalan de fîşek hene. 28 gerîlayên di vê rewşê de ne, hene.
'YA KU HERÎ ZÊDE BANDOR LI MIN KIR, DILSOZIYA WAN A BI RÊBER Û GELÊ XWE RE BÛ'
Min li wê derê ew tedawî kir. Wan jî ez perwerde kir. Nîşanî min dan bê mirov çawa li ser piyan dimînin, mirov çawa ji mirovan hez dikin, çawa bi mirovan re dilsoz bin, çawa xwedî vîneke xurt bin, çawa mirov bin. Ne bi gotinê, bi helwest û nêzîkatiyên xwe ev nîşanî min dan. Tevî ku birînên wan giran jî bûn, henek bi hev dikin, dikeniyan û nêzîkatiya wan a li gel, gelekî bandor li min dikir. Ya ku herî zêde bandor li min kir jî, dilsoziya wan a bi Rêber û gelê xwe re bû. Ji min re digotin, 'Doktor min tedawî bike, ku ez demek ji ya din zûtir biçim eniya şer û tevî hevalên xwe şer bikim'."
'EZ DEYNDARA WELÊT DIM, DIVÊ BIÇIM'
Dr. Kobanê anî ziman, di 25'ê Hezîranê de dema DAIŞ'ê êrîş kir şerekî dijwar qewimî û got, "Hingî 22-33 gerîlayên me yên bi giranî birîndar bûn, hebûn. Ji bo şer bikin çek dixwestin. Lê me destû nedan. Tevî vê yekê du gerîlayên jin ji nexweşxaneyê reviyan û tevlî berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê bûn. Yek ji wan di vî şerî de şehîd bû. Dema min bihîst, mîna ku cîhan bi serê min ve rûxiya, welê li min hat. Berî bireve ji min re got, 'Doktor min bişîne şer. Binêre rewşa min baş e, pêwîstiya hevalên min bi min heye. Ez deyndara welatê xwe me, divê biçim'. Piştî ku şehîd bû, me ev gotina wê li ser kevirê gora wê nivîsand."
'ME ENDAMÊN DAIŞ'Ê JÎ TEDAWÎ DIKIR Û DIŞAND GIRTÎGEHÊ'
Dr. Kobanê bal kişand ser rewşa çeteyên DAIŞ'ê yên di vî şerî de û got, "Divê her kes zanibe, endamên DAIŞ'ê ne mirovên normal in. Hemû tecawizkar in, kesên pedofîl, nekrofîl, narkoman û namerd in. Ti eleqeya van bi ol re nîne. Ji xwe olekî bi vî rengî nabe. Hin ji van birîndar bûn û hatin girtin. Me ew jî tedawî dikir û dişand girtîgehê. Li ser van esrar, amfetamîn û gelek narkotîkên min berê navê wan nebihîstibû, hatin dîtin. Piraniya van tirsonek bûn. Dema mirov li çavên wan dinêrî, tirsa wan didît. Gelek ji wan li ber hevalan digeriyan. Lê yên netirsiyan jî hebûn. Hinek jê digotin 'zû min bikujin, ku biçim cennetê'.
Gelê Kurd û YPG/YPJ niha di şerê 3. ê cîhanê de ne. Li dijî çeteyên krîmînal ên ji 40 welatan, şerekî serketî dimeşînin. Ez bawerim di vî şerî de wê gerîla bi ser bikeve. Ji ber vê yekê ez 2 salan li wir mam. Heta ku ew mirovên dilê wan paqij hebin, wê gelê Kurd bi ser bikeve."
'XWEDÎ LI RÛMETA XWE DERKEVIN'
Dr. Kobanê di dawiya axaftina xwe de bibîr xist, rûmeta gelê Kurd Rojava, niha di bin dorpêçiyeke giran û êrîşan de ye û got, "Pêwîstiya gelê me yê li wir dijî bi xurek û dermanan heye. Pêwîstî bi doktoran û personelên tenduristiyê heye. Li Ewropa û parçeyên din ên Kurdistanê bi hezaran doktorên me hene. Bi mîlyonan Kurd hene. Divê ti kes tenê li wan temaşe nekin. Lazim e her kes bikeve nava tevgerê û alîkariyê bide berxwedana li Rojava. Şoreşa Rojava rûmeta gelê Kurd e û divê gelê Kurd jî xwedî li rûmeta xwe derkeve."