Dr. Ghafouri qala El Hol kir

Dr. Nemam Ghafouri diyar kir, li Kampa El Holê bi hezaran jin û zarokên Êzidî hene û got, "Ev jin bi rastî jî hatine jibîrkirin û nikarin alîkariyê werbigirin. Rewşa zarokên wan jî hîn bêhtir nebaş e."

Dr. Nemam Ghafouri bi navê Heyva Sor du hefteyan li Kampa El Hol a li Sûriyeyê ma û bal kişand ser rewşa jin û zarokên Êzidî yên li wê derê. Dr. Ghafouri hişyarî da û diyar kir, zarokên ku ji ber destdirêjiya çeteyên DAÎŞ'ê ji dayik bûn, dema bê dibe ku rê li ber pirsgirêkên mezin veke. Dr. Ghafouri got, "Em qala yek an jî du zarokan nakin. Herî kêm 500 zarok hene. Çareserkirina vên pirsgirêkê ne karekî hêsan e."

Dr. Nemam Ghafouri, li saziyeke bi navê "Joint Help for Kurdistan" ku ji bo alîkariya bi jinên Êzidî yên li Başûrê Kurdistanê dixebite, bi dilxwazî cih digire. Dr. Ghafouri, bi navê Heyva Sor 2 hefteyan li Kampa El Hol a li Sûriyeyê ma û piştre vegeriya Swêdê. Ghafouri li Pirtûkxaneya Kurd a li Stenbolê, di semînerekê de çavdêriyên xwe vegot. Dr. Ghafouri ragihand, wê 5 salan li kampên penaberan ên li Iraq û Sûriyeyê doktorî kiriye, lê belê kampa El Hol di nava yên dîtî de kampa penaberan a herî xerab e.

'JINÊN ÊZIDÎ NIKARIN ALÎKARIYÊ WERBIGIRIN'

Dr. Ghafouri ragihand, piraniya yên li kampê dimînin jin û zarokên biçûk in û anî ziman, bi hezaran jinên Êzidî yên li wê derê hatine jibîrkirin û nikarin alîkariyê werbigirin. Dr. Ghafouri diyar kir, rewşa zarokên Êzidî li gorî ya zarokên din hîn nebaş e û got, "Neteweyên Yekbûyî bi zarokên Ereb, welatên biyanî jî bi zarokên ji welatên wan çûne eleqedar dibin. Lê belê kesek bi zarokên Êzidî re eleqedar nabe."

TRAVMAYA JINÊN ÊZIDÎ

Dr. Ghafouri bi rêya dîmen û wêneyên li El Holê kişandiye, li ser rewşa jiyanê ya Êzidiyên li kampê agahî da. Dr. Ghafouri bi bîr xist, hejmara gorên komî yên Êzidî lê hatine veşartin, bi yên dawî re gihîştiye 80'î û got, Gorên komî tên vekirin û hewl tê dayin qurbanî bên eşkerekirin. Ev yek ji bo jinên Êzidî travmayeke nû ye. Jinekê dît ku hestiyên çar birayên wê li çar kîsan hatine bicihkirin. Yeka din jî dît ku hestiyên bavê wê û birayê wê yê biçûk li kîsan hatin bicihkirin. Di rojên destpêkê de yên êrîşên DAÎŞ'ê, hezar û 293 Êzidî hatin kuştin. Hîn jî 3 hezar winda ne."

'DAÎŞ'Î HÎN JÎ LI VAN DEVERAN E'

Dr. Ghafouri ragihand, dema ku nû ketin nava Kampa El Holê, ew li jin û zarokên Êzidî geriyan, lê belê bi zehmetî ew dîtin, çimkî ji bo nebin hedefa êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê xwe vedişartin. Dr. Ghafouri got, "Hema bêjin temamiya DAÎŞ'iyan anîn Kampa El Holê. Ew li wê derê jî karê xwe dikin. Xwe bi rêxistin kirin. Jiyana xwe, rêxistinbûna xwe li pêş çavên Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navneteweyî û rejîma Sûriyeyê didomînin. Erebûyîn û Misilmanbûyîna wan li kampê statuyekê dide wan. Gefê li Êzidiyan dixwin. Dibêjin; dema ji kampê derketin û çûn Iraqê wê Êzidiyan ji nû ve bikin kole û bikujin. Yên ku heta niha hatin darizandin, ti ji wan ji ber kuştina Êzidiyan nehatin darizandin, ji ber karên terorê hatin darizandin."

ÊRÎŞA LI DIJÎ WEZÎFEDAR Û ROJNAMEVANAN

Dr. Ghafouri anî ziman, li kampê kesên ji welatên din hatin û tevlî DAÎŞ'ê bûn, zilma herî giran wan li Êzidiyan kirin û got, "Piştî ku ew hatin kampê, kevir avêtin wezîfedarên kampê, kedkarên tenduristiyê û rojnamevanan. Dikin qîreqîr û digotin, 'Xelîfetî wê bidome. Em zarokên wî ne. El Bagdadî wê were û me rizgar bike. Xelîfetî wê ji nû ve ava bibe'."

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BERPIRSYARIYA XWE BI CIH NÎNE

Dr. Ghafouri diyar kir, DAÎŞ'î bandorê li zarokan dikin û ji zarokên li kamê dibêjin 'Xelîfetî wê bi me re bijî'. Ghafouri got, "Eger tevdîr neyên girtin, ya ku ew dibêjin wê pêk were. Xelîfetî wê bi wan re bijî."

D. Ghafouri anî ziman, wê ji YPG'ê destûr wergirtiye û xwestiye alîkariyê bide Êzidiyên li kampê, lê belê rejîma Sûriyeyê bi hinceta ku destûr ji wan negirtiye daxwaza wê red kiriye. Ghafouri got, "Neteweyên Yekbûyî li kampê heye, lê belê berpirsyariyên xwe bi cih nîne. Neteweyên Yekbûyî ji bo Erebên li wê derê kar dike. Par dema li herêma Şehbayê bûm, Neteweyên Yekbûyî ji bo koçberên Efrînê hezar kon anî, lê belê piştî saetekê kon hemû kom kir û ji wir bir. Ji ber ku rejîma Sûriyeyê got, 'nabe ku hûn alîkariyê bidin van'."

NEÇAR DIMÎNIN KU BÛRKA LI XWE BIKIN

Dr. Ghafouri anî ziman, li Kampa El Holê wê 3 jinên Êzidî dîtiye û yek ji wan '19 caran hatiye firotin'. Dr. Ghafouri wêne nîşan da û ragihand, jin ji bo karibin xizmên xwe yên ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatine revandin bibînin, neçar mane bûrka reş li xwe bikin. Dr. Ghafouri diya rkir, jin naxwazin ji Kampa El Hol derkevin û li ser sedema wê jî got, "Dibêjin ku li Baxozê hindik mabûn ew bimirin, bombe li wan dibariyan. Sê mehên dawî xwarin tine bû. Buhayê kîloyekî şekir 100 dolar bû. Neçar diman ku rojê tenê sê xurmeyan bixwin û bi vî rengî zikê xwe têr bikin. Xurme jî didan zarokên xwe. Jin li vê derê hinekî rehet in."

HERÎ KÊM 500 ZAROK!

Dr. Ghafouri bal kişand ser zarokên ku ji ber destavêtina çeteyên DAÎŞ'ê ji dayik bûn û diyar kir, ev zarok niha û dema bê dibe ku rê li ber pirsgirêkên mezin ên civakî vekin. Dr. Ghafouri got, "Beşek ji van dayikan ji bo tiştek bi serê zarokên wan neyê çûn Îdlibê. Ev yek rewşeke gelekî giran e ji bo her kesî. Tiştekî xwezayî ye ku jin xwedî li zarokên xwe derdikevin. Her kes bi van zarokan diêş in, lê belê dema ku mezin bûn, kesên zerar ji DAÎŞ'ê dîtine dema ku li van zarokan nihêrîn wê bêjin, 'bavê vî zarokî xizmên min kuşt. Dest avêt dayik û xwişka min'. Em qala yek an jî du zarokan nakin. Herî kêm 500 zarok di vê rewşê de ne. Xuya ye çareserkirina vê pirsgirêkê ne karekî hêsan e."

DAÎŞ'IYÊN JI 56 WELATAN

Dr. Ghafouri diyar kir, li Kampa El Holê piraniya wan ji Tacikistan, Ozbekistan û Cezayîrê DAÎŞ'î û zarokên wan ên ji 56 welatan hene; di nava van de nêzî 70 zarokên Swêdî jî hene.

BAZIRGANIYA MIROV Û KOLEYAN DIDOME

Dr. Nemam Ghafouri herî dawî got, "Hîn jî bazirganiya mirov û koleyan didome. Beriya her tiştî li herêmên Îdlibê û deverên ku Tirkiye kontrol dike. Li Kampa El Holê ku 74 hezar kes lê ne, kontroleke cidî nîne. Hinek jê bi hêsanî dikarin ji kampê derkevin û vegerin."