Dr.Brauns: Polîtîkaya Elmanyayê ya li dijî Kurdan, cesaretê dide faşîstên Tirk

Dr. Nîck Braûns da xuyakirin ku, sîxur û komên faşîst ên Tirk li Elmanyayê xwedî tevgereke berfireh in û got, "Qedexeyên li dijî Kurdan cesaretê dide wan û feraseta 'em tiştekî rast dikin' diafirîne."

Beriya hilbijartinên serokkomarî û parlementoyê yên ku dê di mehên pêş de li Tirkiyê bên kirin, carek din xeta Berlîn-Enqerê ket rojevê. Mirov meraq dike ku Elmanyaya ku di van salên dawîn de di siyaseta qirkirin û şer de piştgirê herî mezin ê desthilatdariya AKP-MHP’ê ye, wê çi pozîsyonê bigire. Tê plankirin ku Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan di 27-28’ê Çileyê de li Berlînê be, her wiha tê payîn ku beriya hilbijartinê ji hikûmeta Elmanyayê piştgiriyê bixwaze.

Di rojên dawî yên beriya gera Erdogan de gelek endamên desthilatdariya AKP-MHP’ê hatin Elmanyayê û bi alîgirên xwe re civîn û hevdîtin pêk anîn. Yek ji van hevdîtinan hefteya borî li mizgefta komên faşîst ên Tirk a li Neussê bi beşdariya Wekîlê AKP'ê yê Nevşehîrê Mustafa Açikgoz pêk hat.

Açikgoz di civînê de bi gef û peyvên nefretê Kurd û aliyên muxalîf hedef nîşan da û wiha gotibû, “Em ê wan li Elmanyayê jî biqedînin.”Rojnamevan-dîroknas, edîtorê rojnameya Junge Welt Dr. Nick Brauns wateya gotinên Açikgoz ên ku ji aliyê raya giştî ya Elman ve hatin rexnekirin, tê çi wateyê û li Elmanyayê kom û sîxurên faşîst ên Tirk bi çi rengî organîze dikin û tevdigerin, ji ANF'ê re nirxand.

DI HER WARÎ DE AZAD IN

Dr. Brauns anî ziman ku, li Elmanyayê tehdîdkirina Kurdan û komên mûxalîf ên dijberî rejîma Erdogan û sûcên nefretê bi awayekî hêsan tên kirin û got ku ew ji peyvên Açikgoz matmayî namîne. Dr. Brauns ev tişt got, “Pêdivî ye ku bala bikişîmim ser vir; Kom û sîxurên faşîst ên Tirk li Elmanyayê xwedî azadiya tevgerê ya berfireh in. Îcar ev azadî çi ye? Mafê van koman heye ku rêxistin û komeleyan ava bikin û toreke xurt ava bikin ku navenda wê li Enqerê ye. Mîna ku berê Yûksel Koç û Cansu Ozdemîr bû, dibe ku planên kuştinê jî bikin. Bi ser de jî, amadekariya kuştina siyasetmedarên Kurd jî weke sûc nehat dîtin û kesên hatin girtin tenê ji ber xebatên xwe yên sîxuriyê dihatin darizandin.

Bêguman sînorên azadiya sîxurên Tirk û komên faşîst hene. Ew jî ev e; Dibe ku Hikûmeta Federal a Elmanyayê îstîxbarata Tirk û neteweperestan hişyar kiribe û ev tişt gotibe, ‘Hûn çi dixwazin bikin, hûn dikarin karên sîxuriyê bikin, dikarin wan tehdîd bikin, lê em li welatê xwe kuştinê naxwazin.’ Yanî dewleta Elman qebûl kiriye ku ji bilî miriyan her tiştî bibîne.”

Dr. Brauns destnîşan kir ku, rêxistbûna faşîstên Tirk a li Elmanyayê ji welatên din ên Ewropayê gelekî bêhtir e û wiha axivî, “Her çend li Elmanyayê xurt bin jî, ji bilî hin êrîşên li hemberî xwepêşandêrên Kurd û hin bûyerên molotofan, xwe ji kiryarên şîdetê yên mîna li Awûstûrya, Fransa û Hollandayê dûr digirin. Mînak li Fransayê di 10 salên dawî de navendên Kurdan hedef hatine girtin, cînayet û komkujiyên plankirî pêk hatin. Li Avûstûryayê jî bi rojan Kurd û komên din ên çepgir hedef hatin girtin. Êrîşên bi heman rengî li Hollandayê jî rû dan."

GAVA AÇIKGOZ BI ZANABÛN BÛ

Dr. Brauns got: “Sîxurên Tirk û komên faşîst niha li Elmanyayê di bin kontrola îstîxbarata Tirk de ne. Ji ber vê yekê meylek kontrolkirî heye. Bêguman, tişt kengî bixwazin dikarin biguherin. Açikgoz dema ku gef dixwar, hayê wî jê hebû ku kamera li pêşiyê wî vekirî ne. Ez difikirim ku ew bi zanabûn vê yekê kiriye. Helbet peyama Açikgoz pir xeternak e. Dijminahiyê dervî kontrolê ava dike. Bo nimûne, xelata diravî ya 25.000 Euroyî ku ji bo rojnamevan Can Dundar hat ragihandin, dikare faşîstekî teşwîq bike ku êrîşeke wiha bike. Piştî gotinên Açikgoz wê hikûmeta Elman çawa tevbigere, wê tevahiya rêyê diyar bike."

JI BO TIRKIYEYÊ TENÊ PEYAMA ‘HINEK BALDAR BIN’ HAT DAYÎN

Dr. Nîck Brauns bibîr xist ku, Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê hefteya borî piştî gotinên Açikgoz ên li Neussê gazî sefîrê Tirk kiriye û wiha domand, “Lê belê, hêjayî balkişandinê ye; Sefîrê Tirk ji bo wezaretê nehat vexwendin. Tiştek wiha kiriba wek mînak ji sefîrê Tirk re gotiba 'em ê ti carî destûrê nedin tiştên wiha an jî hûn ê bibin sedema encamên wê', erê, hikûmeta Elman dê bersiva herî tund a dîplomatîk bida gotinên Açikgoz.”

Dr. Brans da zanîn ku, li şûna Sefîrê Tirk ê Berlînê, bang li nûnerekî sefîr hatiye kirin û wiha dewam kir, “Kêm-zêde peyama jêrîn jê re hat dayîn; 'Hişyar bin û xwe nedin pêş, an na em ê bi raya giştî ya Elman re bikevin tengasiyê'. Ji bo baştir têgihiştinê ez mînakek bidim: Ger siyasetmedarekî Rûs an jî Îranî li şûna AKP'yiyan van tehdîdan bike û sûcê nefretê bike dê berteka hikûmeta Elmanyayê çawa be? Gotin di cih de be wê qiyemetê rakin.”

POLÎTÎKAYA KRÎMÎNALÎZEKIRINÊ WAN MOTÎVE DIKE

Dr. Brauns bi bîr xist ku, di lêpirsîn û darizandinên MÎT'ê yên heta niha li Elmanyayê hatine vekirin de ceza û biryarên pêkenok hatine dayîn û li ser motîvasyona komên faşîst ên Tirk û sîxurên MÎT'ê ev nirxandin kir:

"Cezayên dadgeriya Elman û nêzîkatiya ne cidî ya xizmetên ewlekariyê, kesên di tora sîxuran de teşwîq dikin. Xaleke din a ku cesaretê dide kom û nokerên faşîst ên Tirk, polîtîkaya dewleta Elman a krîmînalîzekirina Kurdan û komên din ên çep ên li Tirkiyeyê ye. Ji ber ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û komên çep ên radîkal ên Tirkiyeyê di 'lîsteya rêxistinên terorê' de cih digirin û bi qedexeyan re rû bi rû ne, di eniya faşîst û sîxurên Tirk de vê nêrînê diafirîne, 'Eger ew li vir jî qedexe bin û terorîst tên dîtin, wê demê em tiştekî rast dikin.’ Siyaseta wê û feraseta ku diafirîne motîvasyonê dide faşîst û sîxurên Tirk.”