Dozgeriya Belçîkayê gefê li tevahiya civaka Kurd dixwe

Dadgehên Belçîkayê biryar dan ku PKK rêxistineke terorê nîne. Tevî vê biryarê jî dozgeriya Belçîkayê civaka Kurd bi temamî 'tacîz' dike. Dozger her wiha gef li parêzerekê xwar a ku li sedema tacîzê pirsî.

Li Belçîkayê ji sala 2010'an ve li gelek bajaran li dijî Kurdan 'tacîza dadgeriyê' ya berfireh heye. Tevî mirovên naskirî, hin mirovên ji rêzê ji ber tevlî çalakiyan bûne, di hedefê de ne. Dadgehên Belçîkayê di nava sê salan de pênc caran biryar dan ku PKK rêxistineke terorîst nîne. Tevî vê yekê jî tacîza dozgeriya federal didome.

Endama tevna parêzeran a Brukselê PROGRESS Selma Benkhelifa li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Benkhelifa diyar kir, dozgeriya federal ji sala 2010'an ve li dijî civaka Kurd a li Belçîkayê lêpirsînê dike û got, "Me di îdîanameya dozgeriyê de tiştekî wiha xwend: 'Beşeke mezin a civaka Kurd, tevî ku zane rêxistineke terorîst a têkoşîna çekdarî dike, piştgiriyê dide PKK'ê'. Bi çavekî gumanbarî li tevahiya civakê dinere. Piştre jî dest pê dike ku li gelek mirovan guhdarî bike. Bi her rengî li tiştekî digere."

Benkhelifa destnîşan kir, ev nêzîkatî nêzîkatiyeke bi pirsgirêk e û got, "Di qanûna ceza de dema ku binpêkirin pêk hat, hingî lêkolîn tê kirin.

Di vir de nêzîkatiya tê kirin wiha ye; kiryarên potansiyel hene. Piştre jî binpêkirinên gengaz tên lêkolîn. Qanûna ceza tê berevajîkirin. Di dema lêkolînê de bivê nevê wê tiştek bê dîtin."

HINCETÊN PÊKENOK

Benkhelifa anî ziman, li dehan Kurdan hatiye lêpirsîn û got, "Mesele beriya her tiştî siyasî ye. Pirsên wiha dikin; hûn der barê PKK'ê de çi difikirin? Hûn der barê Abdullah Ocalan de çi difikirin? Haya we jê heye ku PKK ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve weke rêxistina terorîst tê dîtin? Tevî vê yekê jî hûn destekê didin? Hûn filan kesî nas dikin? Hûn kampanyayê didin?

Piraniya mirovên ku lêpirsîna wan kirin gotin, 'min ti carî pere neda', ya jî 'ez didim, lê belê alîkarî ji navendên çandî re diçin'. Hinek dibêjin, 'ez mehaneya xwe ya endametiyê didim'. Dozgerî ji bo piştre nîşan bide ku 'bi zorê pere hatiye wergirtin', hin gotinên ji kesên lêpirsîna wan kiriye bi kar tîne. Lê bi rastî jî tiştên pêkenok in."

'MALBATEKE KURD NEMAYE KU NEHATIYE LÊPIRSÎN'

Benkhelifa anî ziman, di destê wê de hejmarek nîne lê belê ji dosyayan dibîne ku li Belçîkayê malbateke Kurd a nehatiye lêpirsîn nîne, dozgerî ji her kesî gumanan dike û ev yek pirsgirêkeke rastî ye.

Benkhelifa destnîşan kir, ev yek zilmeke etnîkî ye, ji ber ku li Ewropayê tê kirin rewşeke giran e.

CIVÎNA VEŞARTÎ YA LI SEFARETXANEYA DYE'YÊ

Benkhelifa diyar kir, ya ku tê kirin hewldanek ji bo têkbirinê ye û got, "Me nizanîbûn ku bi rastî li çi digerin. Gelo hinekan dixwest êrîşekê pêk bîne? Piştre em li belgeyên WikiLeaksê rast hatin. Belgeya bi sernavê 'BELGIUM: PKK UPDATE' ya Hezîrana 2009'an bû. Li Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê ya li Brukselê, bi beşdariya kesên ji dozgeriya federal a Belçîkayê û endamên hikumeta Tirk civînek pêk hat. Tê dîtin ku Tirk gelekî ji Belçîkiyan aciz bûne. Ji ber ku dibêjin, 'Di têkoşîna dijî PKK'ê de ji bo alîkariyê bidin me hûn tiştekî nakin'. Eşkere tê dîtin ku Tirk ji Belçîkiyan dixwazin, Kurdên li Belçîkayê siyasetê bikin 'tacîz' bikin.

JI BO KÊFA TIRKIYEYÊ BÎNE...

Di civîna Hezîrana 2009'an de zemîneke lihevkirinê peyda dikin. Piştre dest bi prosedurê dikin. Em fêhm dikin ku li Belçîkayê ne ji bo lêkolînkirina binpêkirinan, lê li ser daxwaza sefîrê bilind ê DYE'yê ji bo xweşkirina dilê Tirkiyeyê vê yekê dikin. Ev yek gelekî giran e."

Bekhelifa anî ziman ku wan nerazîbûn nîşan dan û dozgerekî jê re got, "Ji bo weşandina belgeya WikiLeaksê we destûr ji DYE'yê wernegirtine. Rast e ev belge ji aliyê Assange (Julian) ve bêyî destûra DYE'yê hate weşandin. Lê li ser înternetê ye. Dozger ji min re got, 'Bi bikaranîna vê re hûn sûc dikin'."

DOZGER GEF XWAR

Benkhelifa destnîşan kir, ev yek gefeke vekirî ye û got, "Gotina 'hûn sûc dikin', gefek li dijî min e. Em dibînin ku îro çi tînin serê Assange; ji ber ku rastî derxist holê gelekî jê bi hêrs in. Ji xwe ti carî nabêjin ku belgeyên wî weşandine sexte ye. Her kes zane ku rast e.  Dibêjin 'rayedar' rast jî bin, divê neyên eşkerekirin. Tê vê wateyê; ne tenê gefê li kesên belge derxistine holê dixwin, gefê li her kesên ku diweşînin jî dixwin."

Benkhelifa herî dawî destnîşan kir, zexta li ser edaletê ya ji bo "tacîzkirin"a penaberên siyasî, ji weşandina belgeyên WikiLeaksê girant e û sûcekî mezintir e.