Dozgerê Federal îdîanameya Metîn Aydin amade kir

Dozgerê Federal îdîanameya Metîn Aydin amade kir

Dozgeriya Federal a Almanyayê diyar kir ku, wan di derbarê siyasetmedarên Kurd Metîn Aydin de ku li Swîsreyê hatinbû girtin û di meha mijdarê de radestî Almanyayê kiribûn, îdianame amade kirine.  Aydinê ku bi ‘Endamê rêxistine biyaniye’ tê sûcdarkirin, di rojên pêş de dê li Dadgeha Îdarî ya Bilind a Stutugartê bê darizandin.

Dozgeriya Federal ku navenda wê li bajarê Karlsruhe ye îdia kir ku, Metîn Aydinê 35 salî  bi salan di rêxistina Komelên Ciwan de rêveberî kiriye û di peywirê herî jor de cih girtin. Dozger ji ber vê yekê derbarê Aydin de bi awayekî fermî diyar kir ku, ji Xala 129b ya qanûna Dij-terorê doz hatiye vekirin.  Di îdianameya dozgeriyê de jî  hate îdia kirin ku, Komelên Ciwan rêxistina ciwanan a PKK’ê ye û PKK jî ji sala 2004’an heta niha li Metropolên Tirkiyeyê sîvîlan hedef digirin û êrîşan li dijî wan pêk tînin.

Metîn Aydin di 20’ê Hezîrana 2011’an de bi daxwaza merciyên Almanyayê li Swîsreyê hat girtin. Hincet jî ev bû ku PKK di çarçoveya xala 192b ya wek qanûna dij-terorê tê zanîn de cih digire. Metîn Aydin bi hicneta ku kar û barên radestkirin wî tê kirin 16 mehan li Swîsreyê di girtîgehê de di bin tecrîdê de ma.  Aydin radestkirina xwe bi gireva birçîbûnê ya 54 rojan protesto kir.  Polîsên Alman bi awayekî kelepçekirî Metîn Aydin di rêwitiya ku bi saetan  berdewam kiribû, teslîm girtin.

Ligel hemû bertekên rêxistinên civaka sîvîl ya Swîsreyê  Aydin nehat berdan û bi mehan di girtîgeha derveyê sînor de hat girtin û hemû têkiliya wî jî bi malbata wî re hat birîn. Piştî hat zelal kirin dê radestî Almanyayê bikin, Aydin dest bi grevê kir.

Aydin di 54’emîn roja greva xwe de yanî di yekê mijdarê de ji bajarê Basel a Swîsreyê anîn bajarê Stuttgart a  Almanyayê.

XALA 129b ÇIYE?

Li Almanyayê piştî êrîşa 11’ê îlonê xala 129b  di nav qanûnên dij-terorê de cihê xwe girt û qanûn pêşniyar dike ku hedefên ku potansiyela şîdetê di hundirê xwe de diparêze yên rêxistinên biyanî, ger bê tesbîtkirin dê, ev rêxistin bên şopandin.

Qanûna bi ku mantiqê ‘Hêsankirina têkoşîna bi terorîzma navnetewî re’ ketiye meriyetê her wiha pêşî li darizandineke ku kesekî li derve çalakiya şîdetê pêk anîbe dikare li Almanyayê bê darizandin jî vedike. Xala di 2003’an de ket meriyetê, piştî êrîşên 11’ê îlonê, xwe dispêre lîsteya terorê ya YE’yê. Di 2’ê Gulana 2002’an de  Komîsyona Ewropayê lîsteya terorê aşkera kir û PKK jî di vê lîsteyê de cih girtibû.