Dozgerê doza Zarrab: Îdîayên komployê beredayî ye lê sûcdarî cîdî ne

Têkildarî doza Riza Zarrab a ku wê di 4’ê Kanûnê de dîsa were destpêkirin, sûcdariyên ‘komplo’ yên hikumeta AKP’ê didome û dozgerê dozê ji sûcdariyan re got, ‘beredayî ye.’

Têkildarî doza Riza Zarrab a ku wê di 4’ê Kanûnê de dîsa were destpêkirin, sûcdariyên ‘komplo’ yên hikumeta AKP’ê didome û dozgerê dozê ji sûcdariyan re got, ‘beredayî ye.’

Hatibû ragihandin ku Riza Zarrab ê ku kesê li ser tora bazirganî û bertîlan e ya ku AKP bi Îranê re dikir, îtîrafkar e.

Piştî ku hat dîtin wê Zarrab baxive, AKP êrîşî wî kir û diyar kir ku dozger û dadgerê dozê alîgirên Fethûllah Gulen in.

Dozgerê Herêma Başûr ê Newyorkê Joon H. Kîm diyar kir ku sûcdariyên Tirkiyeyê yên ku dibêjin ‘komplo’ye, têra xwe beredayî ye.

Di dozê de gerînendeyê giştî yê berê yê Halkbankê Mehmet Hakan Atîlla jî tê darizandin. Di dosyeyê de navê Wezîrê Ekonomiyê yê berê Zafer Çaglayan jî derbas dibe.