Dozgerê Tirk xwest Demîrtaş girtî bimîne

Dozgerê Tirk xwest, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş girtî bimîne.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, dihate payin ku di rûniştina destpêkê ya piştî 399 rojan hate kirin derketibûya pêşberî dadgehê. Lê belê dadgeha Tirk bi îdîaya 'ewlekariyê' biryar da ku Demîrtaş tevlî rûniştinê neke, lê bi rêya SEGBÎS'ê beşdar bibe. Demîrtaş jî got, "Ez dixwazim darizandin rû bi rû be" û ev biryar red kir.

Di rûniştina dozê de ku li Kampusa Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê pêk tê, dozgerê Tirk xwest Demîrtaş girtî bimîne.

DEMÎRTAŞ DAXWAZNAME JI DADGEHÊ RE ŞAND

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî daxwaznameyek ji 12 rûpelan ji dadgehê re şand û xwest, şert û merc bên amadekirin ku karibe parastina xwe bike.