Doza Tahîr Elçî: Dozger xwest polîsên kujer beraat bikin

Di rûniştina Doza Kuştina Tahîr Elçî de dozger careke din xwest polîsên kujer beraat bikin.

DOZA TAHÎR ELÇÎ

Danişîna 11’emîn a doza derbarê Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku di 28’ê mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çarling a navçeya Sûr a Amedê hate qetilkirin de hatiye vekirin li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Di danişîna ku tê payîn dê biryar derkeve de parêzerên dosyayê amade bûn. Hevjîna Elçî Turkan Elçî, Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan, gelek serokên baroyan, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan û gelek kes danişînê dişopînin.

Polîs Sînan Tabûr, Fûat Tan û Mesût Sevgî ji ber sûcê “biqisûra qestî bûye sedemê mirinê” tên darizandin. Her wiha di dosyayê de tê xwestin ku bersûcê fîrarî Ûgûr Yakişir bi îdiaya “du polîs kuştine û xerakirina yekitiya dewletê” were cezakirin.

Polîsên bersûc ku dozger di mutalaya xwe de daxwaza beraeta wan kir, bi ser SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. 

Dozgeriyê fikrê xwe yê li ser esasê careke din dubare kir. Dozger îdîa kir ku Tahîr Elçî bi fîşekeke ku nediyar e ji ku hatiye jiyana xwe ji dest da, nehatiye tespîtkirin ku bersûcan sûc kirine. Dozger bi vê hincetê xwest polîsên bersûc beraat bikin.