Doza siyasetmedarên Kurd li Stenbolê didome

Doza siyasetmedarên Kurd li Stenbolê didome

2. civîna 8. rûniştina doza KCK'ê ya sereke ya Stenbolê ku 91 jê girtî 205 siyasetmedarên kurd tên darizandin destpê kir. Di rûniştinê de dozê bi xwendina delîlên derbarê Serokê berê yê Rêxistina BDP'a Arnavutkoyê Galip Ateş de berdewam kir. 

2. Civîna 8. rûniştina doza sereke ya KCK'ê ya Stenbolê ku 91 jê girtî û 205 siyasetmedarên kurd tên darizandin, li Salona 15. a Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya Sîlîvriyê destpê kir. Di rûniştinê de 76 girtî û 2 kesên ku serbest tên darizandin amade bûn. Di rûniştinê de dozê bi xwendina delîlên der barê Serokê berê yê Rêxistina BDP'a Arnavutkoyê Galip Ateş de berdewam kir. Ateş, delîlên derbarê xwe de red kir. Rûniştin bi xwendina delîlên der barê Ateş de berdewam dike.