Doza Sereke ya ‘KCK’ ya Stenbolê hate taloq kirin
Doza Sereke ya ‘KCK’ ya Stenbolê hate taloq kirin
Doza Sereke ya ‘KCK’ ya Stenbolê hate taloq kirin
Doza Sereke ya “KCK” ya Stenbolê ku 91 girtî bigiştî 205 siyasetmedarên Kurd û aktîvîstên mafê mirovan têne darezandin, bi parastina rêvebera berê ya BDP’a Stenbolê Lutfiye Gurbuz berdewam kir. Doz taloqî 18’ê Mijdarê hate kirin.
Di doza sereke ya “KCK” ya Stenbolê de ku 91 girtî bigiştî 205 siyasetmedarên Kurd û aktîvîstên mafê mirovan têne darezandin de, 8’mîn rûniştina doze di roja şeşemîn de bi parastina siyasetmedarên Kurd dom kir. Rûniştina ku li 15’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê pêkhat de îqameya delîlan ya Serokê berê yê BDP’a Navçeya Fatîhê Ebdulqadir Akdag hate xwendin. Piştî xwendina îqameya delîlan ya Akdag, derbazî parastina ji bersûcan Ehmed Saginç bûn.
Piştî parastina Saginç derbazî parastina rêvebera berê ya Rêxistina BDP’a Stenbolê Lutfiye Gurbuz bûn. Gurbuz di parastina xwe de anî ziman ku, wê di partiyên Kurd de aktîf siyaset meşandiye û her wiha BDP partiyeke li ser zemînê zagonî hatiye avakirin. Gurbuz da diyarkirin ku, wê di jiyana xwe de 3 derbeyên leşkerî dîtine û ji vana yên herî zêde jê bandorbûyî jin û Kurd bûne. Gurbuz aşkera kir ku, yê kêmek wijdan hebûya wê li hemberî vê zilmê bêdeng nemaba û ez jî bêdeng nemam.
Heyeta dadgehê navber da rûniştinê ûpiştî wê rûniştin taloqî 18’ê Mijdarê kir.