Doza sereke ya ‘KCK’a Stenbolê didome

Doza sereke ya ‘KCK’a Stenbolê didome

Doza sereke ya “KCK”a Stenbolê ku di sala 2011’an de li dijî rêxistinên bajar û navçeyên BDP’ê, akademiyên siyasî, komele û saziyan operasyon pêkhat û di nav de akademîsyen, nivîskar û xwendekar jî heyî 118 jê girtî 205 kes tên darezandin berdewam dike. Doza ku li Sîlîvriyê li 15’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê pêktê, rûniştina 6’mîn didome. Di rûniştinê de ji ber sedema pirsgirêkên tenduristî 17 kes tevlî nebûn, 2 kesên serbest tên darezandin jî tevlîbûn.

Rûniştin bi xwendina rûperê 2 hezar 239 yê îdîanameyê ji aliyê spîkerên TRT’ê ve didome.