Doza sereke ya “KCK”a Stenbolê didome

Doza sereke ya “KCK”a Stenbolê didome

5'emîn rûniştina 118 jê girtî 205 siyasetmedarên Kurd ên di nav de rewşenbir, nivîskar, parêzer, parazvanên mafên mirovan, siyasetmedar akademîsyen jî hene û ji doza "KCK"ê ya Stenbolê bi xwendina îdîanameyê berdewam dike.

5'emîn rûniştina 118 jê girtî 205 siyasetmedarên Kurd ên di 5 û 28'ê Cotmeha 2011'an de ji doza "KCK"ê hatin girtin û di nav de siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û akademîsyen jî hene li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Kampusa Sîlîvriyê dest pê kir. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê 10 girtî tevlî rûniştinê nebûn. Parêzer Sînan Zîncîr, xwest ku dosyaya Ahmet Demîrsoy ê ku dozekî wî birin Amedê bi dozê re bê girêdan nivîs bê nivîsandin. Serokê Heyeta Dadgehê Alî Alçik li hemberî daxwaza Zîncîr diyar kir ku, ew dê înê biryarê bidin.

Rûniştin bi xwendina îdîanameyê berdewam dike.