Doza li ser kuştina Berkîn Elvan taloq bû

Rûniştina sêyemîn a doza li ser kuştina Berkîn Elvan, ku di Berxwedana Gezî de ji aliyê polîsan ve hate kuştin, îro pêk hat. Doz ji bo 13'ê Kanûnê hate taloqkirin.

Rûniştina sêyemîn a doza li ser kuştina Berkîn Elvan, li 17. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dest pê kir. Polîsê kujer Fatîh Dalgali ku bi rengekî negirtî tê darizandin, ji Wanê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî rûniştinê bû.

Serokê dadgehê bi navê heyeta dadgehê peyivî û diyar kir ku divê li hemû şahidan bê guhdarîkirn û delîl bên komkirin.

Piştre ji parêzerên malbata Berkîn Elvan Can Atalay axivî û got, divê ji bo rûniştina dozê demeke nêz bê destnîşankirin û bersûc jî tevlî rûniştinê were kirin.

Can anî ziman ku hatiye xwestin, dîmenên TRT'ê yên li ser Berkîn Elvan bên lêkolînkirin, lê belê TRT'ê ev lêkolîn nekiriye û ji ber vê jî divê giliyê TRT'ê bê kirin.

Piştî navberê, heyeta dadgehê rûniştina dozê ji bo 13'ê Kanûnê taloq kir.